Artêşa Sûrîyê li Idlibê pêşve diçe û 17 sivîl jî hatin kuştin

Artêşa Sûrîyê li Idlibê pêşve diçe û 17 sivîl jî hatin kuştin

Li gor agahîyan, hêzên hikûmetê beşeke mezin ji bajarê Seraqib kontrol kirîye û niha bera xwe dide bajar û pêgehên din ên di destê çekdarên opozisyonê de.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Tevî pêşkevtinên hêzên hikûmeta Sûrîyê, di encama êrîşên hikûmeta Sûrîyê û hevpeymanên wê de, 17 welatîyên sivîl li sînorê Idlibê hatine kuştin.

Li gor zanyarîyên ku çavkanîyên opozisyona Sûrîyê belav kirine, balafirên şer ên Rûsyayê duh Pêncşemê 6ê Sibatê navenda bajarê Idlibê, bajarê Sirmîn, bajarokê Qîmnas û hersê bajarokên Neyreb û Dadîx û Keratîn bombebaran kirine.

Di encama wan êrîşan de, bi kêmanî 17 kes ji xelkên sivîl hatine kuştin. Herwiha zîyanên mezin gihiştine welatîyên sivîl û mal û milkên wan.

Ji alîyê xwe ve, Îtîlafa Opozisyona Sûrîyê daxwaz li Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku êrîşên hêzên hikûmeta Sûrîyê bo ser Idlibê bide rawestandin û rêkarên bilez bide ber xwe ji bo çareserkirina krîza mirovî ya li wê parêzgehê.

Encûmena Asayişa Navdewletî jî her duh Pêncşemê li ser daxwaza Amerîka, Brîtanya û Fransayê civîneke awarte derbarê rewşa mirovî ya li Idlibê de saz kir û di civînê de Şanderê NY yê bo karûbarê Sûrîyê Geir Pedersen derbarê rewşa li Idlibê de zanyarî dan Encûmena Asayişê.

Li gor amarên Netewên Yekgirtî, di heyama van 2 mehên dawî de, ji ber şer û alozîyan zêdetir ji 586 hezar kes ji sînorê Idlibê koçber bûne.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê jî li ser pêşveçûnên xwe berdewam e û piranîya rûberê bajarê Seraqibê kontrol kirine.

Êrîşa li ser Seraqib tevî hemû gefên Tirkîyê, roja pêncşemîya bihorî ji alîyê artêşa Sûrîyê ve hatibû destpêkirin.

Ajansa nûçeyan a hikûmeta Sûrîyê SANA ragihandîye, hêzên hikûmetê ji çend alîyan ve derbasî nav bajarê Seraqib bûne û hewla paqijkirina bajêr ji çekdar û teqemenîyan didin.

Li alîyekê di, Tirkîye hêzên zêdetir ber bi parêzgeha Idlibê û xalên xwe yên çavdêrîyê dişîne.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin