Amerîkayê hişyariyeke tund da Tirkiyê

Amerîkayê hişyariyeke tund da Tirkiyê

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku eger Tirkiye ji Rûsyayê S-400an bikire dê bê cezakirin.

Di mijara sîstema berevaniya esmanî ya S-400an de ku Tirkiyê ji Rûsyayê kiriye, aloziya navbera Amerîka û Tirkiyê berdewam e. Tirkiye pêdagir e ku sîstemên nû yên S-400 bikire û Amerîka jî dibêje, eger Tirkiye S-400an bikire dê cezayên nû li ser ferz bike.

Yek ji berdevkên Wezareta Derve ya Amerîkayê, berî serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Rûsyayê, ji Reutersê re axivî û derbarê kirîna çekên Rûsî de hişyariyeke tund da Tirkiyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got, “Eger Tirkiye ji Rûsyayê çekan bikire, ji bilî cezayên CAATSA ku di Kanûna 2020an de ketibûn warê cîbicîkirinê dê cezayên nû li ser Tirkiyê bên ferzkirin. Em hişyariyê didin Tirkiyê ku S-400an ji destê xwe derxîne û sîstemeke nû ya çekên Rûsî nekire.”

Serokomarê Tirkiyê di hevpeyvîneke ligel televîzyoneke Amerîkî de gotibû, kesek nikare li ser kirîna sîstema berevaniya esmanî li şûna Tirkiyê biryarê bide, em ê bi xwe biryara xwe bidin.

Erdogan got, “Eger hûn Patriotan nadin min, hûn nikarin midaxale bikin ku em sîstema berevaniya esmanî ji kîjan welatî dikirin. Sekreterê Giştî yê NATOyê daxuyaniyeke xweş da û got; `Em nikarin midaxeleya kirîna sîsteman a hevkarên xwe bikin.` Rastî li meydanê ne. Kî dê rîska ewlehiyê ya Tirkiyê li xwe bigre. Eger Tirkiye bi xwe rîska berevaniyê dabîn neke, gelo dê li destê hinekan binêre! Tu Patriotan nadî min, lê midaxeleya wê yekê dikî ku ji kîjan welatî kîjan sîstemê dikirim. Tiştekî wiha nabe.”

Biryar e Erdogan, 29ê Îlonê serdana Rûsyayê bike û li bajarê Soçiyê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bicive. Di hevdîtinan de wê mijara Idlibê û têkiliyên du alî bên gotûbêjkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin