Amerîkayê dayîna vîzeyan bo welatiyên Tirkiyê rawestand

Amerîkayê dayîna vîzeyan bo welatiyên Tirkiyê rawestand

Amerîkayê dayîna vîzeyan bo welatiyên Tirkiyê rawestand

A+A-

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê ragihand ku bi awayekî demkî, dayîna vîzeyan bo welatiyên Tirkiyê hat rawestandin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê li ser malpera xwe ya fermî derbarê sedema rawestandina dayîna vîzeyan de eşkere kir ku çend raportên pêbawer li ser êrîşên terorî û hewlên revandina welatiyên Amerîkî li Stenbolê gihiştine destê wan.

Di daxuyaniyê de ji welatiyên Amerîkayê jî tê xwestin ku tevî li avahiyên mezin û navendên kirîn û firotinê, li cihên ku welatiyên Amerîkî û biyanî kom dibin, bila baldar bibin û hatiye gotin: “Ji qerebalixê dûr bikevin û li cihên ku biyanî zêde ne, baldar bin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin