Amerîkayê 850 milyon dolar ji Pêşmergeyê re veqetand

Amerîkayê 850 milyon dolar ji Pêşmergeyê re veqetand

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), wek salên borî ji butçeya sala 2019ê butçeyeke taybet bo rahênan û pirçekkirina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê veqetand. Butçeya hatiye veqetandin 850 milyon dolar e.

A+A-

Li gor berpirsên payebilind ên Amerîkayê, şerê dijî DAIŞê ne li Iraq û ne jî li Sûriyê bidawî nebûye. Loma dive alîkariyên bo hêzên hevpeyman berdewam bin.

 

 

Di ragigandina Plana Butçeya Sala 2019ê de Pentagonê 850 milyon dolar ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re veqetandiye.

 

Amerîkayê bo pirçekkirin û rahênana wan hêzên ku li Iraq û Sûriyê şerê grûbên çekdar ên radîkal dikin, milyarek û 400 milyon dolar veqetandiye. 850 milyon dolarên ku bo Hêzên Pêşmerge hatine terxankirin di çarçoveya van pereyan de ye.

 

Li gor sala 2018ê Amerêkayê butçeya Hêzên Pêşmerge zêde kiriye. Di 2018ê de 365 milyon dolar bû û niha bûye 850 milyon dolar. Ev yek amajeyeke ku heta niha jî Amerîka di wê baweriyê de metirsiya grûbên çekdar ên radîkal li ser ewlekariya navçeyê heye.

 

Di vê derbarê de Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Jim Mattis got: “Yekem car em balê bikşînin ser bidawîanîna xelafeta kirêt a DAIŞê, ev yek hê jî berdewam e. Ewên ligel min di nav vê firokeyê de ne, tê bîra wan ku min got şerê dijî DAIŞê bidawî nebûye.”

 

Butçeya Pentagonê diçe Kongresa Amerîkayê û divê heta 1ê Cotmeha 2018ê were pesend kirin.

 

Hevdem ligel Hêzên Pêşmerge, Amerîkayê butçeyeke taybet ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re jî veqetandiye. Di belgeyên peywendîdar ên butçeyê de tê gotin ku Amerîkayê ji butçeya 2018ê nêzîkî 500 milyon dolar ji hevpeymanên xwe yên Sûriyê re veqetandiye û bo sala 2019ê jî 550 milyon dolar.

 

Pentagonê ji butçeya 2018ê bi giştî daxwaza 606 milyar dolar kiribû. Bo sala 2019ê daxwaza zêdekirina 80 milyar dolarên din kir û bi vêna jî pêdiviya Amerîkayê bi 686 milyar dolar heye.

 

Amerîkayê ji butçeya 2018ê nêzîka 65 milyar dolar ji Wezareta Berevaniyê re veqetandibû. Ev hejmara han bo sala 2019ê zêde kir û bû 89 milyar dolar.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin