Amerîkayê 50 endamên HSDê girtin

Amerîkayê 50 endamên HSDê girtin

.

A+A-

Hat diyarkirin ku li kêlgeha el-Umer a neftê ya li rojhilatê Dêre Zorê, hêzên Amerîkayê 50 endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tohmeta peywendiya bi welatên derve re girtine ku zanyarî li ser tebabên nefta berhemkirî û hejmara hêz û çekan ji wan re şandine.

Li gor medyaya Rûsyayê, roja 3ê Tebaxê li kêlgeha el-Umer a neftê ya li rojhilatê Dêre Zorê, hêzên Amerîka 50 endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tohmeta peywendiya li gel welatên derve girtine ku zanyarî li ser tebabên petrola berhemkirî û hejmara hêz û çekan ji wan re dişandin.

Berî çend rojan jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê rûbirûbûna sîxuriyên girêdayî MITa Tirkiyê li nav rêzên xwe operasyona Sondê dest pê kiribû û di encamê de 8 sîxur girtine ku bibûne sedema êrîşên dronên Tirkiyê bo ser fermandarên HSDê ku di encamê de nêzîkî 36 fermandar û şervanan canê xwe ji dest dabûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin