Amerîkayê 250 TIR alîkariya leşkerî şande HSDê

Amerîkayê 250 TIR alîkariya leşkerî şande HSDê

Amerîkayê di nava heftiyekê de 250 TIR çekên giran, wesayîtên zirhî û wesayîtên din ên bi cureyê pîkap ji bo HSDê şandin.

A+A-

Hat ragihandin ku ew TIRên alîkariya leşkerî bi rêya deriyê Sêmalka yê Herêma Kurdistanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û ji wir jî ber bi herêma Dêra Zorê ve hatiye şandin.

Li gor zanyariyên berdest Amerîka hebûna xwe ya li wê herêmê zêde dike.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis berî niha diyar kiribû ku divê ew ji bo berjewendiyên rewa yên Tirkiyê riyekî bibînin û gotibû ku lêbelê ew nikarin HSDê jî bidin aliyekî.”

Piştî rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê ya di derbarê Minbicê de berpirsên tirk îdîa kiribûn ku Amerîka wan çekên dane HSDê dê jê werbigire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin