Amerika wê dorpêçên nû biser Îranê bisepîne

Amerika wê dorpêçên nû biser Îranê bisepîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ku fermana sepandina dorpêçên nû biser Îranê de derxistîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Donald Trump di konferanseka rojnemevanî da îro 09- 01- 202an ragihand, ku fermana sepandina dorpêçên nû biser Îranê de derxistîye.

Di daxuyanîyekê de Donald Trump eşkere kir, ku ferman derxistîye bi amadekirina lîsteyek nû ji dorpêçan, bi mebesta sepandina wan biser Îranê de.

Bi gotina Donald Trump, dorpêç di demek nêzîk de bo raya giştî tên eşkere kirin.

Alozîyên di navbeyna Amerika û Îranê de gihiştine astek gelek aloz û metirsîdar, bi taybet piştî kuştina Qasim Suleymanî ji alî firokeya bêfirokevan a Amerikayê ve. Îranê ji alîyê xwe ve bi zêdetirî 20 mûçekan êrîş bir ser 2 binkeyên Amerîkî li Iraq û herêma Kurdistanê, bêyî ku zîyana canî hebe.

 

Bi sepandina dorpêçan ser Îranê, Amerika rewşa aborî ya Îranê dixe rewşek metirsîdartir.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin