Amerîka: Wê 600 leşkerên me li bakurê Sûrîyê bimînin

Amerîka: Wê 600 leşkerên me li bakurê Sûrîyê bimînin

Serfermandarê Amerîkayê da xuyakirin, 600 leşkerên wan li Rojavayê Kurdistanê dimînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serfermandarê Amerîkayê Mark Milley bo medya Amerîkî axivî û da xuyakirin, ji hezarî kêmtir leşkerên wan li bakurê Sûrîyê dimînin û got, dibe ku ev hejmar 600 leşker be.

Amerîka, bi destpêkirina êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê re, piranîya baregehên xwe valakiribûn û piştî demekê careke din bi navê parastina zeviyên petrolê vegerîyabû Rojavayê Kurdistanê.

Ev yek di demekê de ye, îro hêzeke leşkerî ya Amerîkî bi  hejamreke zirîpoş û tankên Abrahams ve li ser rêya nêvdewletî M4 ber bi Tel Temirê ve çûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin