Amerîka û Tirkîyê derbarê agirbestê li Rojava li hev kir

Amerîka û Tirkîyê derbarê agirbestê li Rojava li hev kir

Cîgirê Serokê Amerîkayê ragihand ku Tirkîye dê êrişa xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û YPG jî di nav 120 demjimêran de ji navçeya aram derkeve.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence piştî civîna li gel berpirsên Tirkîyê li Enqerê di konferanseke rojnamevanîyê de derbarê êrişa Tirkîyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de got ku wan û Tirkîyê li hev kir bo sekinandina êrişan.

Mike Pence got, “Amerîka û Tirkîyê derbarê agirbestê li hev kirin. Di nava 120 demjimêran de YPG dê ji navçeya aram derkeve. Derbarê mijarên mafên mirovan de biryareke hevbeş hat girtin. Piştî civîneke ji 5 demjiêran zêdetir biryara agirbestê derket û jîyan hatin rizgarkirin.”

Pence herwiha got, “Serokê Amerîkayê Donald Trump banga guftugoyan li Tirkîyê kir. Bi saya serokaîya bihêz a Serok Trump Amerîka û Tirkiyê derbarê agirbestê de li hev kirin. Dê navber bidin êrişê. Tirkiye dê êrişî Kobanîyê neke.”

Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha got ku Amerîkayê dê bibe alîkar ku YPG ji navçeya aram derkeve û piştre Tirkiye dê êrişa bo ser Rojava bi temamî rawestîne.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin