Amerîka milîsên Hûsî yên Yemenî dixe lîsteya terorê   

Amerîka milîsên Hûsî yên Yemenî dixe lîsteya terorê  

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê, dê milîsên Hûsî yên Yemenê weke rêxistineke terorîst nas bike û bixe lîsteya xwe ya reş a terorê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo di daxuyaniyekê de ragihandiye, ew hewl didin tevgera Hûsî yên Yemenî weke komeke terorîstî bidin naskirin û wê koma çekdar bixin lîsteya terorê, çimku bi gotina Pompeo “ew kom metirsî ne ji bo xirabtirkirina qeyrana mirovî ya li Yemenê.”

Pompeo herwiha ragihandiye: “Ev koma çekdar divê bi sedema kiryarên xwe yên terorîstî yên li Yemenê lêpirsîn pê re bê kirin”, bi taybet ji ber êrişên wan ên li ser sînoran, êrişkirina bo ser xelkê sivîl, jêrxana Yemenê û keştiyên bazirganî.

Li gor çavkaniyên rojnamevanî, Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Duşemê dê daxuyaniya taybet bi nasandina Hûsiyan weke komeke terorîstî belav bike, çimku Amerîka wiha dibîne ku Hûsî li pêşiya gotûbêj û danûstandinên aştiyî yên têkildarî rewşa Yemenê dibin rêgir, lewma Waşington di vê baweriyê de ye ku pêwîst e ew grûp ji hemû corên çalakiyên siyasî li Yemenê bê dûrxistin û serederiya komeke terorîstî pê re bê kirin.

Amerîka dixwaze wê koma nêzîkî Îranê li Yemenê lawaz bike û bi wê yekê derfetekê ji bo danûstandinê li wî welatî veke.

Sedemeke din ku Amerîka dixwaze milîsên Hûsî bixe nav lîsteya terorê, ev e ku Koşka Spî wiha dibîne ku çekdarên Hûsî di demên bihorî de bi awayekê berdewam rêgirî li gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Yemenê kirine û sizayên Amerîkayê bo ser wê grûpê dikare derfetên zêdetir li pêşiya karê rêxistinên mirovî yên cîhanî li Yemenê veke.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo diyar kiriye, Koşka Spî dê îro mijara nasandina Hûsiyan weke rêxsitineke terorîstî radestî Kongresê bike, daku bi fermî ji aliyê wî welatî ve bikeve lîsteya terorê.

Pompeo herwiha amaje bi navên serkirdeyên Hûsî yên wele Ebdulmelik Hûsî, Ebdulxaliq Bedredîn Hûsî û Ebdullah Yehya Hekîm kiriye û daye zanîn, ku ew kes dê bikevin nav lîsteya terorê ya Amerîkayê.

Hûsiyên Yemenê ku bi Ensarullah tên naskirin, piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Yemenê dest bi ser Senaa ya paytext û navçeyeke berfireh li bakur û navenda wî welatî de girtine.

Îran alîkariya Hûsiyên Yemenê dike, lê ew dema pênc salan e jî ku Siûdiye û hevpeymanên wê operasyoneke serbazî li dijî wan birêve dibin,

Rêxistinên Mirovî ji aliyê xwe ve dibînin ku ev yek dê bihêle rewşa mirovî li Yemenê aloztir bibe.

Ji sala 2014 an ve şer di navbera tevgera Hûsî ya ser bi Îranê ve û hêzên Hikûmeta  Yemenê bi serokatiya serokê Yemenî Ebid Rebe Mensûr Hadî dest pê kiriye. Şer di navbera wan de aloz tir bû di sala 2015 an de dema Siûdiyê hevpeymaniyek  leşkerî  li dijî Hûsiyan ava kir û pişgiriya hikûmetê kir.

Li gor daneyên Netewên Yekgirtî, ji ber şerê li Yemenê ji sedî 80ê xelkê wî welatî rastî kêmiya xorakê hatine û bi milyonan xelkê wî welatî jî di hejarî û birçîtiyê de dijîn, tevî wê rewşê alîkariyên mirovî jî zehmet digihin Yemenê.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Antonio Guterres meha bihorî ragihandibû, ku Yemen xirabtirîn cihê cîhanê ye bo birçîtiyê û rewşa niha ya li wî welatî li gor dehan salên derbsbûyî bê mînak e.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin