Amerîka ji pêwendiyên Şam û Kurdan ne razî ye

Amerîka ji pêwendiyên Şam û Kurdan ne razî ye

Amerîka ji pêwendiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê li gel hikûmeta Sûriyê û Rusyayê nerazî ye û gefa qutkirina alîkariyê li ser wan dixwe.

A+A-

Berdevkê Pentagonê ji bo karûbarê Sûriyê û Iraqê, Sean Ryan serdana Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka li Rojhilata Navîn, General Joseph Votel bo Rojavayê Kurdistanê û herêmên li rojhilatê Firatê kir.

 

Ryan behsa civîna di navbera Votel û Mazlûm Kobanî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye.

 

Li gor Sean Ryan, "seredana Votel ji bo tekezkirina biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji navçeyê bû."

 

Ryan gotiye: "Em dûr dibînin ti hêzeke Amerîkî li navçeyê bimîne û ev yek bi aşkereyî ji Kurdan re hatiye gotin."

 

Berdevkê Pentagonê herwiha gotiye, wan Kurd agahdar kirin ku eger danûstandinan li gel Esed û Rûsyayê bikin an jî biçin ba wan, ew dê ji alîkariyên Amerîkayê bêpar bibin.

 

Ryan aşkere dike ku Mazlûm Kobanê bi şêweyeke aşkere gotiye ku ew pêwendiyên siyasî li gel rejîmê dikin da ku bigihîjin rêkeftinekê.

 

Li gor zanyariyên ku civîna Votel û fermandarê HSDê derketine, Mazlûm Kobanê daxwaz kiribû ku Amerîka 1000 heta 1500 serrbazên xwe li Rojhilatê Feratê bihêle, lê Votel ev daxwaz red kiribû û gotibû ku ew hatiye deverê daku biryara vekişandina hêzan cîbicî bike.

 

Roja yekşembiyê, Paul LaCamera, Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, ragihandibû ku eger hêzên HSDê xwe li rejîma Esed an Rûsyayê bigirin, Amerîka dê piştevaniya xwe ji bo wan ragire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin