Amerîka gefa girtina Balyozxaneyê li Bexdayê dixwe

Amerîka gefa girtina Balyozxaneyê li Bexdayê dixwe

Medyaya Iraqê behsa naveroka peywendiya telefonî ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dike, ku ligel hejmarek serkirdeyên Iraqî encam daye.

A+A-

Li gor medyaya Iraqê, peywendiya telefonî ya Mike Pompeo piştî wê yekê hat ku hikûmeta Iraqê nekarî êrîşên ser şand û nûnerên welatan, bi taybetî jî nûnerên Amerîkayê yên li Iraqê, bide sekinandin û rê li ber mûşekbarana ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bigre.

Li gor raportan, Mike Pompeo di peywendiya telefonî de ragihandiye ku divê hemû baş bizanin ku biryara girtina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê amade ye û em dilnermî li kesî nakin.

Di vê çarçoveyê de Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller jî peyameke bi vî rengî gihandiye serkirdeyên Iraqî û ragihandiye ku eger hikûmet û hêzên ewlehiyê yên Iraqê nekarin balyozxaneyê biparêzin û mûşekbaranê nedin sekinandin, ew bi xwe dikarin bêyî dudilî vê yekê bikin.

Piştre Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir helwesta xwe nîşan da û got ku mûşekbarana ser nûnertiyên welatan, lawazkirina Iraqê ye.

Li gor zanyariyan, niha Amerîka çaverêya helwesta pratîk a Iraqê ye, da ku bikare silametiya nûnerên welatan biparêze.

Her çiqas Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandiye ku çekên neyasayî nikarin li vî welatî cih bibînin, lê hê jî milîsên li Iraqê serdest in û nehatine kontrolkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin