Amerîka: Divê Tirkîye bijartina xwe bike

Amerîka: Divê Tirkîye bijartina xwe bike

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence got; kirrîna S-400an a Tirkîyeyê bo NATOyê rîskeke mezin e, heke Tirkîye di kirrîna S-400an de berdewam be, wê bi rîska avêtina ji sîstema F-35an re rûbirû be.

A+A-

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence, di panêla NATOyê ya li Washîngtonê da, di derbarê kirîza S-400an da axivî.

Pence dîyar kir ku heke Tirkîyeyê, kirrîna S-400an temam bike, wê bi rîska avêtina ji programa F-35an ra rûbirû be ku ev yek jî ne tenê bibe sedema lawazbûna zerengîya berevanîya wê, di heman demê de dê zirarê bide hilberînerên tirk ên ku perçeyan ji sîstemê ra peyda dikin.

Pence, herwiha eşkere kir, kirrîna S-400an a Tirkîyeyê, xetereyeka mezin e bo NATO yê û hêza wê û wisa pê da çû:

"Digel ku Amerîka, jê re sîstema Patrîotê peyda dike, berdewamîya Tirkîyeyê ya vê plana kirrîna S-400an, cihê nîgeranîye ye. Heke Tirkîyeyê, di kirrîna S-400an de berdewam be, dê bi rîska avêtina ji pergala F-35an v rûbirû be ku ev yek ne tenê bibe sedema lawazbûna zerengîya berevanîyê, di heman demê de dê zirarê bide hilberînerên tirk ên ku perçeyan ji sîstemê ra peyda dikin.

Pence bibîr xist ku ew biryara sekinandina veguhestina keresteyên balafirên F-35an, Hikûmeta tirk agahdar kirine û got, Tirkîye divê yek ji van hilbijêre; dixwaze weke hevpeymaneka girîng a mezintirîn tifaqa leşkerî ya dîroka cîhanê bimîne an bi biryarên xwe yên xemsar, dixwaze ewlehîya vê tifaqê bixe xeterîyê, divê Tirkîye bijartina xwe bike.

TIRKÎYE: DIVÊ AMERÎKA BIRYARÊ BIDE

Piştî vê daxuyanîyê, Cîgirê Serokomarê Tirkîyeyê Fûad Oktay jî bersiv da Pence û got: 

'Divê Amerîka êdî biryarê bide. Gelo dê wek hevpeymana me bimîne an bi milbimilê terorîstan dê li hember dijminên me, me bixe zorê û hevaltîya digel me bixe rîskê."

VLADÎMÎR ŞAMANOV: DIVÊ DESTJÊKIŞANDINA TIRKÎYÊ NEYÊ PIŞTGUHKIRIN

Li alîyekî din, daxuyanîyeke din a cuda jî ji Rûsyayê hat ku ev, yekem daxuyanîya fermî ya bi vî rengî ye.

Serokê Komîsyona Dûmaya Berevanîyê ya Rûsyayê Vladîmîr Şamanov da xuyakirin ku ew dev ji veguhastina S-400an a bo Tirkîyeyê bernadin lê divê îhtîmala destjêkişandina Tirkîyê ya ji S-400an jî neyê piştguhkirin.

Şamanov anî zimên ku ew weke leşkerekî, pengavên Amerîkayê ya li ser F-35an baş têdigihîje lewre, teknolojîya nepen a F-35an a ku dê bikeve destê Tirkîyê, ji programa S-400an dê werin bidestxistin.

Rîska ku nepenîya teknolojîya F-35an, bi kirrîna S-400an dê bikeve destê Rûsyayê, cara ewil bi vî qasî eşkere tê vegotin ku berovajî daxuyanîyên berê yên Rûsya û Tirkîyeyê ye. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin