Amerîka cezayê datîne ser 17 hemwelatiyên Erebistana Siûdî

Amerîka cezayê datîne ser 17 hemwelatiyên Erebistana Siûdî

Wezareta Derve ya Amerîkayê ceza da ser 17 hemwelatiyên Erebistana Siûdî û dibêje, rola wan di kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî de hebû.

A+A-

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Amerîkayê nav wan 17 hemwelatiyên Siûdî belav kir û ragihand, rola wan di kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî de hebû, ku meha derbasbû li Konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê hatibû kuştin û termê wî hatibû parçekirin.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê hemû mal û serweta wan 17 kesan di bank û saziyên darayî yên Amerîkayê de bloke dike û hemwelatiyên Amerîkî êdî nikarin karê bazirganiyê li gel wan 17 kesan bike.

 

Li gor zanyariyên Wezareta Derve ya Amerîkayê, “Ew hemwelatî bi binpêkirina mafê mirov û kuştina Cemal Xaşiqcî tohmetbar in.”

 

Ew kesên ketine lîsteya cezayên Amerîkayê karbidestên bilind ên Siûdî bûn û hinek ji wan di wezaretên cuda yên hikûmeta Siûdî de û hinek jî rasterast di Koşka Şah de kar kirine.

 

Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, tevî ku ceza daye ser wan hemwelatiyên Siûdî, Washington gera xwe ya li dû zanyariyên zêdetir ên li ser wan kesan berdewam dike, li gel Kongre û welatên din kar dike, daku ew hemû kesên destên wan di kuştina Xaşiqcî de hene, werin cezakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin