Amerîka: Bo Rojhilata Firatê hewceyî rahênana 40 hezar şervanan heye

Amerîka: Bo Rojhilata Firatê hewceyî rahênana 40 hezar şervanan heye

Serokerkanê Amerîkayê General Joseph Dunford ragihand ku ji bo aramiya li Rojhilatê Firatê pêwîstî bi rahênana 35 hezar heta 40 hezar şervanên xwecihî heye. Dunford herwiha got ku ew heta demeke kurt ji Sûriyê dernakevin.

A+A-

Serokerkanê Amerîkayê General Joseph Dunford di çalakiyeke rojnameya Amerîkî Washington Postê de gotiye: “Em di wê baweriyê de ne ku bo aramiyê pêwîstî bi rahênana 35 hezar heta 40 hezar şervanên xwecihî heye û divê ew şervan bêne biçekkirin.”

 

Joseph Dunford da zanîn ku wan di wê rahênanê de heta niha gihîştine asta ji sedî 20.

 

Dunford tekez kir ku divê hewldanên ji bo aramiya Rojhilatê Firatê berdewam bin û got: “Ji bo aramkirina navçeyê hêj li ber me rê ma ye. Em dê niha li Sûriyê bimînin û hebûna me dê li gor mercan bê diyarkirin.”

 

Li ser pirsa “Leşkerên Amerîkayê dê heta demeke diyar li Sûriyê bimînin?” Dunford wiha axifî: “Erê, ev rast e. Leşkerên me heta demeke kurt ji Sûriyê dernakevin.”

 

Serokerkanê Amerîkayê derbarê hejmarên leşkerên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ti amar nedan.

 

Berî niha rayedarên Amerîkî ragihandibûn ku dê li Sûriyê hêzeke ji 35 hezar şervanan pêk tê damezrînin. Dunford anî ziman ku dibe ku ew hejmar derkeve 40 hezar kesî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin