Amerîka biryara cezayên li ser Pîşesaziyên Berevaniyê yên Tirkiyê dide

Amerîka biryara cezayên li ser Pîşesaziyên Berevaniyê yên Tirkiyê dide

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîka biryar da, cezayan li ser Saziya Pîşesaziyên Berevaniyê yên Tirkiyê (SSB) ferz bike. 

Ji ber peymana Tirkiyê bi sektora berevaniyê ya Rûsyayê re ya têkildarî kirîn û ceribandina sîstema mûşekî S-400 a Rûsyayê, Wezareta Derve ya Amerîka biryar da, cezayan li ser Saziya Pîşesaziyên Berevaniyê yên Tirkiyê (SSB) ferz bike.

Li gorî pêşniyara di Qeyda Federal a Amerîka de hatiye weşandin, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken diyar kir ku Saziya Pîşesaziyên Berevaniyê yên Tirk ji çend salan ve bi aliyê Rûsî re 'peymaneke mezin' kiriye.

Blinken diyar kir ku divê cezayên li gorî yasaya (CAATSA) li dijî wê saziya Tirkiyê û serokê wê Îsmaîl Demîr û sê serokên din bên ferzkirin.

Li gorî pêşniyarê, qedexe ye welatiyên Amrîkayê bi Tirkên ku ceza li ser wan hene re serederiyê bikin.

Herwiha li gor pêşniyarê, dê mal û milkên kesên navên wan di lîsteya cezayan a Amerîkî de hene bêne cemidandin û desthilatên Amerîka vîzeyê ji wan re dernaxe.

Her wiha dê hinardekirina berhemên Amerîkî ji bo Desthilata Tirkî were qedexekirin û dê dana deynên ku zêdetirî 10 milyon dolar e jî ji wê saziyê were qedexekirin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, cezayên CAATSA yên li dijî Tirkiyeyê dê sibe bi bandor bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin