"Amerîka bi tundî li dijî tevgera leşkerî ye"

"Amerîka bi tundî li dijî tevgera leşkerî ye"

.

A+A-

 Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Amerîka li dijî vê êrîşa Tirkiyê ye û daxwaza rawestandina êrîşan kir.

Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger îro Înê 25ê Mijdara 2022an diyar kir ku êdî aloziyên li Sûriyê bêhtir metirsîdar dibin û nayên qebûlkirin û di encamê de şerê li dijî DAIŞê, welatiyên sivîl û hêzên Amerîka yên li navçeyê dixe metirsiyê.

Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger anî ziman, “Amerîka bi tundî li dijî vê tevgera leşkerî ye ya ku dê jiyana xelk û malbatên li Sûriyê bêtir ne ewle bike. Em daxwaz dikin demlidest rewş bê aramkirin. Aloziyên vê dawiyê yên li Sûriyê bi awayekî nayê qebûlkirin metirsîdar in û em ji tevgerên leşkerî yên vê dawiyê pir nîgeran in kû  gef in bo ser armancên me yên hevpar yên şerê li dijî DAIŞê û sivîl û hêzên Amerîkî dixe metirsiyê. Em dilgiraniya xwe û hevxemiya xwe ji bo canjidestdana sivîlan di aloziyên vê dawiyê de diyar dikin. Di dawiyê de ez dixwazim careke din dijberiya me ya tund li hember kiryarên leşkerî yên vê dawiyê dubare bikim û banga kêmkirina bilez ya aloziyê dikim.”

Artêşa Tirkiyê ji roja Yekşembê 20ê Mijdarê ve operasyoneke nû bi navê Pence Şûr bo ser bingehên PKK û HSDê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh ragihand, êrîşên bi firoke, don û topan tenê destpêk e û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî jî dest pê bikin.

Erdogan herwiha got, ew dê êrîşî Kobanî, Minbic û Til Rifetê bikin û wan herêman ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxînin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duh di daxuyaniyekê de ragihand, ku ji destpêka vê operasyonê ve heta niha 471 hedef hatine armanckirin û 254 endamên HSD-YPGê di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.

Lê belê HSDê amara Tirkiyê red kiriye û ragihandiye, di êrîşên Tirkiyê de piranî sivîlan canê xwe ji dest dane.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) daye xuyakirin ku di êrîşên wê dawiyê yên Tirkiyê de herî kêm 37 kesan canê xwe ji dest dane û 70 kes jî birîndar bûne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin