Amerîka: Bi hev re PKKê têk bibin

Amerîka: Bi hev re PKKê têk bibin

Berdevkeke Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva pirsa Rûdawê de derbarê êrişên Tirkîyê û Îranê bo ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dîyar dike ku ew nîgeranin ji kuştina xelkên sivîl

A+A-

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, ew li wan nîgerinîyan têdigihijin ku PKKê bo Tirkîyê çê dike, lê dibêje, divê di dema emcandana her kirdîyeke serbazî de li Iraqê serwerîya wî welatî biparêze.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje jî, Amerîka amade ye asankarî û piştgirîya Tirkîye, Iraq û Herêma Kurdistanê bike di têkbirina PKKê de, “ji ber ku bawerîya me ew e ku seqamgirîya emnî tenê bi rêya hemahengîyê dibe.”

Derbarê rewşa Şingalê de jî Wezareta Derve ya Amerîkayê radigihîne, ew nesqamgirîya li Şingalê bûye sedem ku bi sedan hezar kesûkarên qurbanîyên cînosayda destê DAIŞê nekarin vegerin cihên xwe.

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de jî dîyar kir, bi liberçavgirtina wê rewşa aloz a li “bakurê Iraqê” heye, girîng e Tirkîye û hemû hevbeşên din, di şerê dijî DAIŞê de li gel hev hemahnegî hebe û ji nêzîk ve kar bikin bo ku zêdetirîn guşarê li ser DAIŞê pêk bînin û dilnîyayê bidin di selametîya serbaz û rawejkarên hevpeymanîya navdewletî.

Di bersiva Wezareta Derve ya Amerîkayê de bo Rûdawê hatîye dîyarkirin, ew li wê “metirsîya emnî têdigihijin ku PKK bo Tirkîyê çê dike” û ew Tirkîyê han didin bo ku operasyona dijî teror a hevbeş li gel Iraqê bi şêweyekê encam bide ku rêz li serwerîya Iraqê bigire.

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, divê navçeyên wek Şingalê bi temamî di bin kontrola hikûmeta federalî û hêzên emnî de bin bi hemahengî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ku “PKK, milîs û grûpên din nekarin girîngîyê bi ajandayên xwe bidin. Vê neseqamgkirîyê wiha kirîye, bi sedan hezar kesûkarên qurbanîyên cînosayda DAIŞê nekarin vegerin cihên xwe.”

Ev daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Rûdawê di demekê de ye ku artêşa Tirkîyê roja 15ê vê mehê operasyona ‘Pençe Baz’ û 17ê vê mehê jî operasyona bi navê ‘Pençe Piling’ li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin û piştre serbazên Tirkîyê li bejayî dest bi êrişa li dijî gerîlayên PKKê kiribûn û firokeyên Tirkîyê jî ji wê demê ve wan navçeyan bi tundî bombebaran dikin.

Di encama operasyon û êrîşên asmanî yên vê dawîyê yên Tirkîyê de, heta niha hejmarek welatîyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jîyana xwe ji dest dane.

Ji ber operasyona vê carê ya artêşa Tirkîyê û berdewamîya şer, derdora 50 gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê di rewşeke ne aram de ne.

Herwiha Berdevkê Wezareta Pêşmerge jî ji Rûdawê re ragihandibû, artêşa Tirkîyê bi kurahîya 20 heta 40 kîlometre û artêşa Îranê jî bi kurahîya 10 kîlometre xaka Herêma Kurdistanê bezandine.

Niha jî li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê şer û pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkîyê de berdewam in.

Roj Elî Zale-Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin