Amerîka baregeheke nû li Hesekê ava dike

Amerîka baregeheke nû li Hesekê ava dike

Amerîka karwaneke din a çekan ji hêzên kurdî yên YPGê re şandiye, hêzên frensî li Serê Kaniyê jî hene û herwiha Amerîkayê piştî rojhilatê Dêra Zorê, baregehek li Hesekê jî ava kiriye.

A+A-

Li gor nûçeya Sputnîkê Tora Menar TVyê ya libnanî ragihand ku Amerîkayê karwaneke din a çek û cebilxaneyê şand baregehên şervanên kurd ên li Til Beydera navbera Qamişlo Û Til Temirê ya li bakurê Hesekê.

Li gorî nûçeyê, karwan ji tirê tijî çek û cebilxane pêk dihat.

"NAVGÎNÊN FRENSÎ LI SERÊ KANIYÊ JÎ NE"

Berî çend rojan Sputnikê wêneyek bi dest xistibû ku hinek navgîn li herêma çemê Sacûrê yê Minbicê nobetê girtin ku li ser hinekan ji wan, alaya Fransayê xuya dike û herwiha dixuyê ku leşkerên Frensî jî nobedê digirin.

Herwiha Menarê hinek raport teqez kirin ku dibêjin, sê navgînên leşkerî yên bi alaya Fransayê ketine baregeha şervanên kurd a li Eliyayê ya başûrê Serê Kaniyê.

"AMERÎKAYÊ BAREGEHEK LI HESEKÊ AVA KIRIYE"

Televizyona libnanî ragihand ku hinek çavkaniyan dîtiye ku navgînên amerîkî yên bizirx jî ber bi Şedadê ve diçin.

Malpera Murasîlûn jî ya erebî jî ragihand ku berovajî îdîayên Trumpî ku dê ji Sûriyeyê vekişe, Amerîkayê baregeheke leşkerî li Hesekê ava kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Ak Partiyê R. Tayyip Edroğanî îro di manîfestoya hilbijartinê ya partiya xwe de got piştî operasyona Mertala Firatê ew ê operasyonên din jî li Sûriyê bidin destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin