Amed Spor teslîmê Cezayîr kirin

Amed Spor teslîmê Cezayîr kirin

Tîma fûtbolê Amed Spor ligel teknîk dîrektor Îbrahîm Cezayîr li hev kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Teknîk Dîrektorê Amed Sporê Mehmet Budak hefteya borî îstîfa kiribû. Îro rêveberîya Amed Sporê tîm teslîmê teknîk dîrektor Îbrahîm Cezayîr kir.

 

Ji bo Cezayîr li klûbê bi beşdarîya Serokê Klûbê parêzer Metin Kilavuz û endamên rêveberîyê merasima îmzeavêtinê çêbû. Cezayîr piştî îmze kirina metnê wisa got: "Ez serbilind im carek din hatime nav koma Amed Spora mezin, ez sipasîya serokê klûba me û rêveberên me dikim. Ez dixwazik bibêjim ji bo serketina Amed Sporê bi hemû hêza xwe emê bixebitin. J ibo projeya mezin bi ser bikeve em dixwazin avahîyeke baş saz bikin û bi ser bikevin. Bi piştgirîya rêveberîya me û alîgirên me emê bingeha xwe xurt bikin û cihê ku Amed Sporê heq dike bibin wir."

 

Kilavuz jî axivî û got ku teknîk dîrektorê me Îbrahîm Cezayîr di pêvajoyên berê de ked dabû Amed Sporê bawerîya me ew e dê van zêdetir bike. Bila pîroz be."

Kunyeya Îbrahîm Cezayîr

Teknîk Dîrektor Îbrahîm Cezayîr di sala 1979'an de hatîye dinê. Heta niha hin tîm bi rê ve birine, dema herî dirêj ligel Nîgde Anadolu jîya. Ev salek bû teknîk dîrektorê Nîgde Anadolu bû û par di meha rezberê de îstîfa kiribû. Berî wê tîma U19 ya Galatasaray salek bi rê ve bir. Cezayîr di sala 2018'an de çend meh li Amed Sporê teknîk dîrektor bû.
Rewşa niha ya Amed Sporê

Amed Spor niha di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de dilîze. Di 20 hefteyan de 21 pûan girtîye û di rêza 15'an de ye. Teknîk dîrektorê nû Cezayîr roja 2'yê meha pêşîya me dê di maça Amed Spor- Hekîmoglu Trabzonê de tîmê bi rê ve bibe û derkeve maça xwe ya yekemîn. Hekîmoglu Trabzon bi 36 pûanan di rêza 4'an de ye.

 

Dîyarname

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin