AMED – Kedkarên tenduristiyê wezaretê bi çepikan şermezar kirin

AMED – Kedkarên tenduristiyê wezaretê bi çepikan şermezar kirin

.

A+A-

Kedkarên tenduristiyê, ji bo pirsgirêkên ku dijîn li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê li hev kom bûn û diyar kirin ku pirsgirêkên wan nayên dîtin û Wezareta Tenduristiyê bi çepikan şermezar kirin. 

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê, Şaxa Mîl-Sagik-Senê ya Amedê û Nûnertiya Anadolû Saglik-Senê ya Amedê, têkildarî pirsgirêkên ku kedkarên tenduristiyê dijîn li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê daxuyaniyeke hevpar dan. Di çalakiyê de pankarta “Kesên li tenduristiyê dinêrin tunene” hat vekirin û dovîzên li ser wan nivîsên mîna “Ne çepik em mafê xwe dixwazin” , “Tenduristvan li eniyê ye mafê wî li kuderî?” , “Mûçeyê me têra ziwakirina xwêna me nake” hatin hilgirtin.

‘KEDKARÊN TENDURISTIYÊ DI TENGEZARIYÊ DE NE’

Xebatkara tenduristiyê Betul Aydin, di çalakiyê de axivî û pirsgirêkên wan ên aboriyê anîn ziman. Aydin, diyar kir ku xizmeta yûrdê û razandina zêde ya ji bo kedkarên tenduristiyê bi dawî bûye û wiha got: “Di razandina zêde de cihêkarî tê kirin. Bêyî ku tedawî û karantinaya kedkarên tenduristiyê bê temamkirin dest bi peywirê dikin. Kedkarên tenduristiyê di tengezariyê de ne. Divê cihêkarî di navbera kedkarên tenduristiyê de tunebe.”

BI ÇEPIKAN ŞERMEZAR KIRIN

Piştî daxuyaniyê kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku pirsgirêkên wan nayên dîtin û Wezareta Tenduristiyê bi çepikan şermezar kirin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin