Amed: Îcar dora ummetperestan e?

Amed: Îcar dora ummetperestan e?

”Ocaxên Osmanî 1453” li Amedê şaxa xwe vekirine û di vekirinê de serokê wan yê giştî Mihemed Emin Canpolat axifîye.

A+A-

”Ocaxên Osmanî 1453” di 29.01.2017ê de li Amedê şaxa xwe vekirine û di vekirinê de serokê wan yê giştî Mihemed Emin Canpolat û axifîye û gotîye; ku li Diyarbekirê çepgir, rastgir, tirk, kurd, alewî û sunne hemû bi hevre hizûr û biratîyê pêkbînin dê ew bigihîjin hedefa xwe ya 2023 û 2071ê.

Û tilîya xwe bilind kiriye û gotîye; kes nikare welatê wan parçe bike yekîtîya wan xerab bike; li welatê wan tenê alekê heye, kes nikare wê alê daxîne.

Serokê ocaxê Canpolat ji Erzuromê ye, rêvebirîya AKPê kiriye û ji bo wî xeta sor; reîsê wî ye.

Armanca ”Ocaxa Osmanî ya 1453” jî ew e ku ew dixwazin; neslekê dîndar perwerde bikin, yekîtîya ummetekê avabikin, ji bo xîlafetê xebat bikin, Quran û sunne yê di jîyanê de serdest bikin, Ayafsofyayê wek camî vekin ruhê osmanî ji nuh ve bidin vejandin û jiyandin.

Ji bo kurd negihîjin mafê xwe û xwe bi xwe îdare nekin; kemalîst, turkçî, çepgîr, rastgir, mihafezekar, liberal, demokrat, soyaldemokrat, sosyalîst, komunîst, îslamîst, ummetîst ên Tirk bi salan e her rê û rêbazan dicerbînin; lê êdî nafîle ye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin