Amed: Heyeta DBP, DTK û HDP seredana PAKê kir

Amed: Heyeta DBP, DTK û HDP seredana PAKê kir

Li Diyarbekirê seredana şanda DBP, HDP û DTK bi rêxistinên siyasî û demokratîk yên Kurd û Kurdistanîyan re dom dike

A+A-

Li Diyarbekirê seredana şanda Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rêxistinên siyasî û demokratîk yên Kurd û Kurdistanîyan re dom dike. Sebeba serdana şandeyê ew e ku partî û rêxistinên din yên Kurd û Kurdistanî di referandûmê de xwedîyê helwestekê hevbeş bin.

Şande, seredana Platforma Demokratên Kurd (PDK), Nûbıhar, Partiya Sosyalîst a Azad (OSP), Tevgera Azadî, Komeleya Kurd a Şoreşger a Demokrat (DDKD) kiribû, îro jî seredana Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiyê (PDK-T) û Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê kir. 

Şandeya ku ji parlamenterên HDPê Adem Geverî, Cîgira Hevserokên DBPê Gulcîhan Şîmşek û Hevşaredara Êlihê ya jikar dûrxistî Gulîstan Akkel pêk dihat îro serdana PAKê kirin. Ew ji alîyê Cigîrserokê PAKê, Nurullah Timûr, Nûri Sinir û endamên Meclîsa PAKê Abdurrehman Ecer û Feyaz Ekmen ve hatin pêşewazî kirin.

Li ser navê şandeyê Cîgira Hevserokên DBPê Gulcîhan Şîmşek axivî û qala armanca seredana şandeya xwe kir: “Di vê serdemê de ji her demê zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Divê ew yekîtiya xwe saz bikin, da ku di guhertin û veguhertina Rojhilata Navîn bibin xwedî gotin. Herwiha di referanduma 16ê Nîsanê de ew ê banga ´na´ ji alîgir û dengderên xwe bikin. Ew dixwazin di vî warî de mala Kurdî xwediyê helwêst be”.

Cigîrserokê PAKê Nurî Sinir di axaftina xwe de got:  ew hin di navbera xwe de minaqeşe dikin û piştî minaqeşeyên navxwe ya partiyê û bi partiyên Kurdistanî yên hevpeymanên xwe re, ew ê biryara xwe di derbarê referandûmê de ji raya giştî re eşkere bikin”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin