Amed: Coşa Newrozê kêm e û cil û berg nayên firotin

Amed: Coşa Newrozê kêm e û cil û berg nayên firotin

PAK rêxistina Amedê destûr girtîye ku ew ê di 21ê Adarê de li Amedê di Hola Dawetê ya Kaplanê (Îstasyon-Amed) şeva pîrozbayîyê li dar bixe.

A+A-

Îsal li Bakurê Kurdistanê pîrozbayîya Newroza 2017ê di şertên Awaerte de bi destûra walîyan dihê pîrozkirin; Di 2016ê Tîrmehê vir ve rewşa Awerta li Bakurê Kurdistanê û li tevayîya Tirkiyê hatîye îlankirin; Walî li gor xala 12 a Qanûna hejmara 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandan û li gor xala 11 a Qanûna 2935 a Rewşa Awarte li meydanan stand vekirin, çadir danîn, daxuyanîyên çapemenî, çalakîyên rûniştinê, xwepêşandin û bi her hawî civîn û meş qedexe kirine.

Walî destûr neda ku HAK-PAR di 18ê Adarê de li Dîyarbekirê di hola de û PAK jî di 19ê Adarê de li Batmanê di meydanê de Newroz pîroz bikin.

PAK rêxistina Amedê destûr girtîye ku ew ê di 21ê Adarê de li Amedê  di Hola Dawetê ya Kaplanê (Îstasyon-Amed) şeva pîrozbayîyê li dar bixe.

Herweha Walî destûr daye HDP û BDP ew bitenê dikarin di 21ê Adarê yanî di roja Newrozê de li Amedê û Wanê di navbera saetên destnîşankirî de agirê Newrozê vêxin û Newroz pîroz bikin. Li gel wê jî gelek astengan derdixin. Li gor wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê li bajarên Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê di çarçoweya operasyonên Newrozê de 999 kes di heyama hefteyekê de hatine desteserkirin.

Li Amedê kelecana salên berê ya Newroza îsal kêm bûye. Li gor IHAyê Esnafên Dîyarbekirî ku cil û bergên kurdî yên jinan difroşin gilî dikin ku îsal eleqeyek zêde ji Newrozê re nahê nîşandan û cilên wan nayên firotin. Dikandarekî Dîyarbekirê Medenî Guzel ku cil û bergên kurdî yê jinan difroşe, dibêje; salên buhûrî de mehek ji Newrozê re dima hevwelatî diketin telaşê  ku cil nemîne zû dihatin cil û berg dikirîyan û mişterî gelek bûn, lê îsal ew firotin tuneye û heyecan jî nemaye û hata niha cil û berg ji bo Newrozê nefirotîye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin