Amanc Babanî bi jin û zaroyê xwe hat kuştin

Amanc Babanî bi jin û zaroyê xwe hat kuştin

Amanc Babanî, rojnamevan û pêşkeşkarê televîzyonî û jin û zaroyê wî li Silêmanîyê hatin kûştin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Rêveberê kenala NRTyê Şiwan Adil, ragihand, “Îşev li nêzikî termînala Şarezûrê li Silêmanîyê, teqe li pêşkêşvanê kenala me Amanc Babanî, hevjîn û zarokê wî hat kirin û hatin terorkirin.”

Rêveberê kenala NRT jî aşkere kir ku termên her sêyan hatine veguhastin bo pîzişkîya dadwerî li Silêmanîyê.

Amanc Babanî pêşkêşvanê bernameya bi navê ‘Bê Sînor’ a kenala NRTyê bû, hevjîna wî Lana Mihemed jî bo maweyê çend salan pêşkêşvanî li televîzyona Kurdistanê kiribû.

Zarokê wan ku ew jî bû armanca wê êrişê, temenê wî derdora 2 salan bû.

Çavkanî: Rûdaw, K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin