Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda   

Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda  

.

A+A-

Di rageşiyên li Amerîkayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Di çapemeniya dinya û Amerîkayê de sernavên wek “Çeteyên Trump provokasyonê dikin", “Roja darbeyê” û “Şeytanê ji agir” derketin pêş. 
 
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo Serokatiya 46’emîn Joe Biden hatibû bijartin. Ji bo ku serokatiya Biden bigihîje fermiyetê li Kongreyê sanator rûniştibûn û serokatiya Biden mîsoger dikirin. Donald Trump jî daxuyanî da û bang li alîgirên xwe kir ku li dijî encaman û civînê derkevin û xwest civîna li Kongreyê asteng bike. Serdegirtina avahiya Kongreyê ya alîgirên Trump di çapemeniya cîhanê de deng veda. 
 
Malpera The Guardian a Îngîlîz di nûçeya xwe de sernavê “Çeteyên alîgirên Trump li paytexta DYA’yê alozî derxistin” nivîsand û ji xwîneran re serwîs kir. Her wiha di nûçeyê de cih daye gotinên Biden û wiha gotiye: “Demokrasiya me di bin êrişê de ye. Beriya tiştek wiha di dîroka Amerîkayê de nehatiye dîtin.” 
 
'ŞEYTANÊ JI AGIR’ 
 
Kovara Der Spiegel a Elman jî Trump wek “Şeytanê ji agir” pênase kir û sernavê “Serokek welatê xwe da ber agir” nivîsand. 
 
Rojnameya La Repubblica ya Îtalyayê jî qewimandinên li Amerîkayê jî wek “Roja darbeyê” ragihand. 
 
Malpera Deutsche Welle ya Elman jî 4 kesên di serdegirtina Kongreyê de jiyana xwe ji dest dan veguhezand sernavê xwe û cih da van gotinan: “Saziyên me di wê hêzê de ne helbet wê van aloziyan ji ser xwe biavêjin.” 
 
Rojnameya Le Monde ya Fransayê jî sernavê “Çeteyên Trump bi ser kongreyê de girtin” nivîsand û wiha got: “Ev hemû eletewş in, ev sextekariyek eşkere ye.” 
 
NYT: XOF Û ŞERM 
 
Rojnameya New York Times a Amerîkayê jî di rûpela xwe ya ewil de sernavê “Çeteyên Trump nav têdanê dikin” nivîsand û cih da gotinên analîstê New York Timesê Nick Kristoff û ew van gotinan dibêje: “Ev di dîroka Amerîkayê de rojek xof û şermek mezin e. Serokek ji bo peşkê li hilbijartina serokatiyê bixe dijraberan teşwîqî avahiya Kongreyê ya Amerîkayê kir.” 
 
WP: ÇETEYA TRUMP AVAHÎ DAGIR KIR 
 
Rojnameya Washington Post a Amerîkayê jî sernavê “Çeteya Trump avahiya Kongreyê dagir kir” nivîsand. Midurê Nûçeyan ê Washington Postê Dan Balz diyar kir ku alîgirên Trump demokrasiyê binpê kirine û got: “Li welatê dinayê yê herî demokratîk divê li şûna encamên hilbijartina azad û adil werin pîrozkirin, lê wê roja çarşemê wek roja reş a nav têdana serokek were bibîranîn.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin