Almanya: Ji bo festîvala serxwebûnê dê 25 hezar al çêkin!

Almanya: Ji bo festîvala serxwebûnê dê 25 hezar al çêkin!

Festivala Serxwebûna Kurdistanê dê di 26.08.2017 li Köln çêbibe

A+A-

Îroj li Almanya li bajarê Hamburgê Civîna Amadakarî ya ji bona Festivala Serxwebûna Kurdistanê di 26.08.2017 li Köln û ji bona ya 25.09.2017 an Referandûma serxwebûna Kudistanê li Hamburgê bi havakî  gelempêr û bi coşkî mezin hat lidarxistin.

Civîn di bin moderasyona Serokê  Platforma Kurdên li Hamburgê birêz M. Ali Yildirim û  cihgirê  serokê Platformê Mir Mergasurî  dest pê kir.hamburg1-001.jpg

Piştî xerhatin û deqîqeyekê  rawestina ji bona şehîdên Kurdistanê civîn dest pekir. Li ser navê komita navêndî ya Festiva serxwebûna Kurdistanê ya di 26.08.2017 an de li Kölnê birêz Akif Hassan û  Sillar Kerkukî bi dûr û dirêj li ser xebat û hazirîya Festivalê agahdarî dan bêşdaran.

-Ji bona Festivalê gelek kesên navdar, diplomat, parlementer û berpirsên partîyên hemû Almanya ye hatinê dawetkirin.

-Birêz Ismail Beşikcî ji wek axaftwan hatiyê dawetkirin. Ji Kurdistana Başur ji, yên gelek kes  bêşdar bivin. (Birêz Kek Mesud Barzanî ji hatîyê dawetkirin )

- 25 hezar  alayên Kurdistanê û Şewqe li ser wan  biji Kurdistana Serbixwê hatinê çapkirin.

- Li gelek Ayaletên Almanya komitê hatinê avakirin.

- Ji xeynî PKK û rexistinên nezî wan hemû partîyên Kurdistanê yên her çar parça pişgirtîya Festivala serxwebûna Kurdistanê dikin.

Bi rastî civîna Hamburgê civînekî kurd û Kurdistanî bu. Bi bêşdarîki gelek mezin û ji hemû perçên Kurdistanê kes bêşdarbubûn. Bi coşbun û bi helwesta bêşdarîya civînekî %100 kurd û Kurdistanî bu.

Piştî gelek pirsa û bersîva  li ser navê hemû partîyên navê wan li jêr hatîye nivîsandin, di bin seroktîya M. Ali Yildirim komitakê heta 25.09.2017  Referandûma Serxwebûna  Kurdistanê hat hilbijartin.

Partîyên di vê Komitede cih digrin :

  • PDK- Başur
  • PAK- Partîya Azadiya Kurdistan
  • PDK- Iran
  • PDK- Suriyê
  • PSK- Partiya Sosyalista Kurdistan
  • HAKPAR- Bakurê Almanya
  • PDK- Bakur ( Şifa Savas)
  • PDK- Bakur  ( Said Çiçek)
  • PYDKS- Partiya Yekitî a kurd li Suriyê
  • Partiya Pêşverû
  • Partiya Serxwebûn
  • Partiya Çep kurdên li Suriyê
  • Partiya Wekhevî
  • Partiya Niştimanê Azad Rojava- Kurdistan
  • Komela Dost bo pêkvejiyanê li Ewrupa ( Edip Chalki)
  • Civaka Kurd li Almanya
  • KOMKAR- Hamburg
  • HEVKAR- Hamburg
  • KOMKAR- Navend
  • Komela Jinan ya Afrinê.

Civîn bi hawakî serbilindî û bi serkefti bi axaftina birêz M.Ali Yildirim  ku divê hemû kurdên ku  dilê wan ji bona kurd û Kurdistanê lê dixê, divê Piştgirîya serxwebûna başurê Kurdistanê erkekî netewîye li ser milê  hemû kurd û Kurdistanîyan li cîhanê ye bi dawî hat.

Referandûma Kurdistanê  bila li hemû gelên Kurdistanê pîroz be, referandûm bi xêr û xweşî  û bi serfirazi derbas be.
Rupelanu - Hamburg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin