Aliyên Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Joe Biden geşbîn in

Aliyên Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Joe Biden geşbîn in

.

A+A-

 Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê geşbîn in bi serokatiya Joe Biden û dibêjin, serokatiya Biden dê ji ya Donald Trump baştir be û hêvî dikin Biden bikaribe pêşiya gef û êrişên Tirkiyê li ser Rojava jî bigire.

Bi hatina Joe Biden ser kursiyê desthilata Amerîkayê re, gelek hêvî bi guhertinên siyasî û leşkerî hene. Hemû xelk û aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê geşbîn in ku dê qonaxa Biden ji ya Trump baştir be.

Partiyên endamên ENKSê dibînin ku Amerîka dewleta saziyan e, ji ber wê jî ew guhertinên mezin dê çênebin, lê hêvî dikin ku kurdan wekî hevalbend ji xwe re bibînin, nemaze di ezmûna şerê li dijî DAIŞê de kurdan pêşengtiya wê qonaxê kir.

Di wê derbarê de Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re got: “Bi nêrîna min hatina Joe Biden dê di aliyê navdewletî, navxweyî û Rojhilata Navîn de siyaseteke nerm û maqûltir bike. Em wek ENKS bi hêvî ne ku siyaseta Amerîka di pêşerojê de li hember kurd baştir be, bi taybet ku kurdan li şûna cîhanê şerê DAIŞ û terorê kirin û qurbaniyên mezin dan.”

Hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hevnêrîn in ku di qonaxa desthilata Trump de gelek bobelat bi ser kurdan de hatin. Partiyên Rêveberiya Xweser jî di wê baweriyê de ne ku siyaseta Biden li hember deverê û gefên Tirkiyê li ser deverê zelaltir be.

Serokê Partiya Aştî ya Demokrat Telal Mihemed ji K24ê re got: “Welatekî wekî Amerîka, xwedî siyaseteke stratejîk e di Sûriyê de. Di baweriya min de ev siyaset nayê guhartin. Lê bi hatin Joe Biden û Partiya Demokratan re, em hêvî dikin pirs hinekê erênî bin.”

Piştgiriya Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê re tenê di warê leşkerî de ye û ti danpêdaneke siyasî bi deverê nake, nemaze li Cenêvê. Lê yekemîn gava siyasî ku Amerîka bi awayekî aşkere davêje, piştgiriya wî ji diyaloga kurdî – kurdî re ye ku ta niha nediyar e helwesta Biden derbarê diyalogê de dê çi be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin