
TAYBET - Îraq rojane 2-2,5 milyon bermîl petrol hildiberîne
.
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku niha hilberîna rojane ya petrolê di navbera 2-2,5 milyon bermîlan de ye.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî ji Rûdawê re eşkere kir ku mêjera hilberîna petrolê niha diguhere û wekî xwe namîne.
Rukabî anî zimên ku ev rewş bi hinartinê û rewşa Tengava Hurmizê ve girêdayî ye.
Wî diyar kir ku bi giştî hilberîna rojane di navbera 2 milyon û 2 milyon û 500 hezar bermîlan de ye.
Bandora şer a li ser hilberînê
Beriya ku şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibata îsal dest pê bike, hilberîna rojane ya petrola Îraqê zêdetirî 4 milyon bermîlan bû.
Selîm Rukabî da zanîn ku hinartina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê rojane nêzîkî 200 hezar bermîlan e.
Pirsgirêk li Tengava Hurmizê ne
Ji ber rewşa ne aram a Tengava Hurmizê, ji bo hinartina petrola Îraqê pirsgirêk derketine.
Berê nêzîkî ji sedî 90ê petrola Îraqê bi wê rêyê dihat hinartin.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku mêjera petrola reş (fuel oil) a ku bi rêya Sûriyeyê tê hinartin, ne sabit e û diguhere.
Ev yek bi hebûna tankeran û mêjera barkirina li Bendera Banyasê ya li Sûriyeyê ve girêdayî ye.
Hinartina bi rêya Sûriyeyê
Ji 31ê Adara îsal ve, hinartina petrola reş a Îraqê bi tankeran ji Deriyê Welîdê yê Enbarê ber bi Sûriyeyê ve dest pê kir.
Ji bo ku ji wir bigihîje bazarên cîhanê, rojane di navbera 350-400 tankerî de petrola reş bi wê rêyê tê veguhastin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin