
Macron: Ti tişt nikare daxwaza ji bo Sûriyeyeke yekgirtî bifetisîne
.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron got, “Ti tişt nikare daxwaza jin û mêrên Sûriyeyî ya ji bo jiyana li Sûriyeyeke bi temamî serwer, ewle, piralî û yekgirtî bifetisîne.”
Emmanuel Macronê ku niha li Şamê ye bi rêya hesabê xwe yê Xê ev peyam belav kir:
"Ti tişt nikare daxwaza jin û mêrên Sûriyeyî ya ji bo jiyana li Sûriyeyeke bi temamî serwer, ewle, piralî û yekgirtî bifetisîne.
Vê sibehê ez rastî Sûriyeyê û hemû cihêrengiya wê hatim. Min rûmet, wêrekî û biryardariya wan dît.
Serdana min didome."
Macron doh çarçoveya serdaneke fermî de çûbû Şama paytexta Sûriyeyê.
Lê îro li Şamê, li nêzîkî Wezareta Geştyariyê 2 teqîn çêbûn.
Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê da zanîn ku teqîn li nêzîkî wê otelê çêbûne ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron lê dimîne.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê jî eşkere kir ku di nav teqînan de 18 kes birîndar bûne ku 4 ji wan polîs in.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin