Îtalya madalyaya herî bilind dide Nêçîrvan Barzanî

Îtalya madalyaya herî bilind dide Nêçîrvan Barzanî

.

A+A-

Dewleta Îtalyayê îro di merasîmeke taybet a li bajarê Hewlêrê de, asta herî bilind a rûmeta fermî ya welatê xwe dide Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Nicolò Fontana dê di merasîmê de li ser navê Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella, "Madalyaya Stêrka Îtalyayê" bide Nêçîrvan Barzanî.

Ev madalya asta herî bilind a madalyayên Îtalyayê ye ku didin wan kesên li jiyanê ne.

Dîroka xelatê

Dîroka vê xelatê vedigere sala 1947an. Wê demê navê wê "Nîşana Stêrka Hevxemiya Îtalyayê" bû û zêdetir ji bo rûmetgirtina li wan kesên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem di avakirina welêt de roleke wan hebû dihat dayîn.

Lê belê sala 2011an, li ser destê Serokkomarê 11emîn ê Îtalyayê Giorgio Napolitano yasa hat sererastkirin û nav û armanca xelatê hat guhertin.

Êdî armanca xelatê ji "avadankirinê" derket û bû "bipêşxistina pêwendiyên dostanî û hevkariya navneteweyî."

Ev rûmet niha li gorî fermaneke serokatiyê tê dayîn.

Wergirên madalyayê çawa tên diyarkirin?

Pêvajoya diyarkirina wergirên vê madalyayê gelekî hûr e.

Destpêkê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê çend navan pêşniyar dike. Pişt re juriyeke taybet a ku ji 5 kesan pêk tê ku yek ji wan berpirsê protokola dîplomatîk a serokatiyê ye, navê kesên hêja ji bo Serokkomar dişîne.

Ev xelat ne tenê ji bo warê siyasî ye. Di warên zanist, teknolojî, çalakiyên mirovî, bazirganî, çand û hunerê de jî didin wan kesên ku di xurtkirina pêwendiyên bi Îtalyayê re xwedî roleke berbiçav in.

Astên madalyayê

Sîstema vê rûmetê ji pênc astên sereke pêk tê:

Siwarçak (Şovalye): Asta yekem û destpêkê ye.

Efser: Asta duyem.

Fermandar: Asta sêyem.

Efserê Bilind: Asta çarem.

Siwarçakê Xaça Mezin: Ev asta herî bilind a nîşanê ye ku dan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Sala 2011an dîzayna madalyayê jî hat guhertin û sembolên olî yên berê jê hatin rakirin.

Niha nîşan ji mertaleke zêrîn a girover pêk tê ku dirûşma Komara Îtalyayê li ser e.

Heta niha kê ev xelat wergirtiye?

Zêdetirî bi dehan kesayetên navdar û bibandor ên cîhanê di warên cuda de ev madalya wergirtiye ku hinek ji wan ev in:

Mauricio Macri, Serokê Arjantînê (2015-2019).

Boyko Borisov, Serokwezîrê Bulgaristanê (2009-2021).

Carlo Ancelotti, rahênerê navdar ê futbolê.

Frank Sinatra, hunermendê efsanewî yê Amerîkayê.

Fernando Alonso, şamiyonê Formula 1ê.

Jamie Oliver, şêfê navdar ê Brîtanyayî.

Nêçîrvan Barzanî û Îtalya: 25 sal dîplomasiya bibandor

Pêwendiyên Nêçîrvan Barzanî û Îtalyayê nîşaneya şirîkatiyeke stratejîk a kûr in.

Di nav du deheyên borî de ev pêwendî gelekî bi pêş ketin.

Çend civînên girîng ên Nêçîrvan Barzanî di vê pêvajoyê de wekî xalên werçerxanê tên dîtin:

Sala 2015an: Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê Matteo Renzi civiyan. Di encamê de biryar hat dayîn ku nivîsgeha dîplomatîk a Îtalyayê ya li Hewlêrê bibe Konsulxaneya Giştî.

13ê Nîsana 2023yan: Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni li Romayê civiyan. Meloniyê berdewamiya piştgiriya ji bo Herêma Kurdistanê anî zimên û aramî û ewlehiya Kurdistanê wekî faktoreke sereke ya parastina aştiya li Rojhilata Navîn bi nav kir.

Gulana 2026an: Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî çû Îtalyayê. 18ê Gulanê bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto re civiya. 19ê Gulanê jî ji aliyê Serokkomar Sergio Mattarella ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin. Her wiha bi Wezîrê Karên Derve Antonio Tajani re jî civiya û di wan civînan de Îtalyayê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê ducare kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin