Aldar Xelîl: Hêzên bîyanî ji bo berjewendîyên xwe dibe Kurdan ji hev dûr bixin

Aldar Xelîl: Hêzên bîyanî ji bo berjewendîyên xwe dibe Kurdan ji hev dûr bixin

Aldar Xelîl dibêje nabe ku ti alîyek li benda hêzên derve be, ku ji Kurdan re yekîtîyekê ava bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand, ku ji bo yekîtîya Kurdan wan derîyê xwe, ji hemû alîyan re vekirine, lê hêzên bîyanî ji bo berjewendîyên xwe hatine herêmê û eger bi destê wan be, dibek ku Kurdan ji hev dûr bixin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê ji Rûdawê re ragihand, ku wan derîyên xwe ji bo tevahîya alîyên sîyasî vekirîne ku lihev bikin û bi hev re yekîtîya xwe ava bikin.

Aldar Xelîl dibêje nabe ku ti alîyek li benda hêzên derve be, ku ji Kurdan re yekîtîyekê ava bikin.

Bi gotina Xelîl hêzên bîyanî ji bo berjewendîyên xwe hatine navçeyê û eger bi destê wan be, dibe ku piştre Kurdan 10 pêngavan ji hev dûr jî bixin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê herwiha dîyar kir, ku gelek alîyên wan ên hevbeş û cuda li gel alîyên sîyasî hene, lê divê her alîyek mijarên erênî bide pêş, da ku hewlên yekîtîyê serbikevin.

Aldar Xelîl wiha axivî: “Eger bi rastî em weke Kurd bixwazin di nav xwe de tifaq bin divê em bi xwe biryara xwe bidin. Divê em ne li benda hêzên navdewletî bin ku ew yekîtîya me çêbikin, çimkî ew ticaran berjewendîyên me naparêzin, ew welatên bihêz niha ji bo berjwendîyên xwe hatine herêma me. Dibe ku îro welatên navdewletî li gor berjewendîyên xwe bixwazin em gaveke nêzîkî hev bibin, lê pişt re bixwaze em 10 gavan ji hev dûr bikevin, lê eger biryara em bi xwe bidin wê demê dê pirsgirêk dernekeve. Rêvebirîya me ji bo yekîtîyê her tiştên pêwîst kirine.”

Rudaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin