Ala Kurdistanê li kêleka ala Îtalyayê

Ala Kurdistanê li kêleka ala Îtalyayê

Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê ala Kurdistanê li kêleka ala Îtalyayê hat danîn.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê ala Kurdistanê li kêleka ala Îtalyayê hat danîn.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li paytext Romayê bi Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî re hevdîtin pêk anî. Dema her du serokwezîran poz dan çapemeniyê, li pişt serê wan alên Kurdistanê, Îtalya û Yekitiya Ewropayê hebû lê ala Iraqê nehatibû danîn.

Li ser naveroka hevdîtinê, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re got, di hevdîtinê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê hat kirin û da zanîn, di civînê de behsa vekirina konsulxaneya Îtalyayê li Hewlêrê jî hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, di civînê de Nêçîrvan Barzanî ji ber alîkariyên leşkerî û mirovî yên Îtalyayê bo Kurdistanê spasiya hikûmeta Romayê kiriye û li ser rewşa Herêma Kurdistanê, şerê DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge di şer de û rewşa penaberan agahî daye Serokwezîrê Îtalyayê û daxwaza alîkariyê kiriye.

Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzî jî diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê ji bo Îtalyayê cihekî stratejîk e û wiha gotiye: “Em dostê gelê Kurdistanê ne. Ji ber wê jî Îtalya dê asta nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê bilind bike û konsulxaneya xwe li wir veke. Em dixwazin bi vê yekê jî peyamekî bidin her kesî ku niha rewşa Herêma Kurdistanê ji berê baştir e.”

Hat gotin ku her du serokwezîran di beşeke din a hevdîtina xwe de li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Mûsil û Iraqê, çawaniya şerê li dijî terorê, rewşa Sûriyê û rêbazên çareserkirina arîşeyan gotûbêj kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin