Ajansa Anadolê: Bahoz Erdal li Sûriyê hate kuştin!

Ajansa Anadolê: Bahoz Erdal li Sûriyê hate kuştin!

Ev nûçe ji aliyê tu alaveka ragihandinê ya serbixwe ve nehatiye piştrastkirin

A+A-

 

Li gor nûçeyekê (9.6.2016) ji bal ajansa Anadolê hate belavkirin, Fehman Hisên ku bêhtir bi kodnavê "Dr. Bahoz Erdal" tê naskirin li Sûriyê hatiye kuştin.


Ajansa fermi ya dewleta tirk destnîşan nake kengî, çawa û li kû derê ev sekrideyê PKK yê payebilind jiyana xwe ji dest daye.


Fehman Hisên yek ji ciwanên Kurdistana Rojava ku di salên heştêyên sedsala bûrî de tevlî rêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Di wê demê de ew xwendevanê pijîşkê (tibê) li zanîngeha Şamê bû.


Bahoz Erdal demeka dirêj cih di serokatiya PKK girtiye. Ewî serokatiya baskê leşkerî di partiyê de ku bi Hêzên Parastina Gel (HPG) tê binav kirin, kiriye.


Tê ragihandin ku Fehman Hisên serokatiya TAKê (Teyrebazên Azadiya Kurdistanê) ku êrîşên çekdarî û çalakiyên xwekujî li hinek ji bajarên rojavayê Tirkiyê pêk tîne, dike.

Heta niha, ev nûçe ji aliyê tu alaveka ragihandinê ya serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin