Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Agehdarî û zanîna me Kurdan li ser dîroka Kurdayetiyê û rewşa civaka Êzdiyan pir lawazin

A+A-

Bi dîtina min, pêwîst e ku em Kurd dersa dîrok û dînê/ola xwe baştir nasbikin. Em baş bizanibin ku piraniya çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdîstanê li ser dîroka netewa Kurd û bi taybetî jî yên li ser Êzdiyatiyê nivîsandine anjî gotine qet bi kêr nayên. Di ser vê ra jî gelekî xemgînim ku îro hêjî piştgirî, zanîn û agahyên gelek rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî û rêxistinên Kurdî di der heqê dîroka olên li Kurdîstanê û bi taybetî jî li ser Êzdiyatiyê û rewşa civakan me Êzdiyan ya derbas buyî û ya niha jî pir kêm û lewaz en.

Vêca, ji bo ku ez dikaribim hinek ji van valeyiyan dagrim û erka ku di vî warî de dikeve ser milên min bînime cîh, ezê jî weke hinek nivîskar û lêkolînvanên Kurd û xerîban li gorî Êzdî nasîn, nêrîn, zanîn û îmakanên xwe timî li ser wê derya bîr, bawerî, kevnariya dîrok, ziman, wêja û kevneşopên me Kurdên resen binivsînim.

Belê, min heta niha ji bo dewlemendiya arşîva çanda Kurdî gelek nêrîn û dokumentên nasandina kevneşopên bingehên ola Êzdahiyatiyê (yên weke: ferzên Êzdiyatiuyê, baweriya bi Xweda yê bê şirîk, her heft melyaketên qedîm, sema yê, afirandina her heft tebeqên erd û esman, Tawisê, Berat, afirandina qalibê Adem, Hawa û Şahîdê bin Cer, melek- horî, cinên bi surên xwe bune Xwedanê xwezayiyê û ketine kirasê giyander, xas û qelenderan, ne mirina giyan(ruh)ê, Êzdî îmana xwe ji qewl, ilm , duha û hemû şîretên melek, horî, cin, giyander, xas û qelenderên Xwedê nasdikin, ji bo giyana meriv paqij bive, timî îbadet bike û rojî bigre, pîroziya parastina parêsgeh(ziyaret, qub û gelk nîşanên xwezayiyê cihê melk, horî, cin, giyander, xas û qelenderên Xwedê nasbike û hwd.ê) di gelek rojname, kovar û malperên me Kurdan de weşandine û min ew di van herdû pirtûken xwe de jî tomar kirine.

Her weha min xwast di rûpelên van herdû pirtûkên xwe de bidime xwanê, hinga ku meriv li dîroka me Kurdan û bitaybetî jî dema li ya me Êzdiyan binêre, merivê bivîne ku bingeha ola Kurden resen û bitaybetî jî babetên kevneşopên me Êzdiyan gelekî kevn û berfire ne. Her weha bidime nasandin ku hinek ji dîroknas, lêkolînvanên Kurd, Êzîdî û biyanî li ser rewşa jiyan û dîroka ola Êzdiyan gelek tişt nivîsandine. Lê, ji ber ku piraniyan wan nivîskar û lêkolînvanên ku li ser dîroka Êzdiyatiyê berhem derxistine û diweşînin bi xwe ne Êzîdî ne, gelek berhemên wan ji aliyên ilmên Êzdiyatiyê ve jî pir qels in. Di berhemên wan de xweya ye ku, ewan zaniyarên xwe ji ber devên kesên menfêatçiyên gelên cînar, Kurdên musilman û Êzdiyên sade(normal) bi rişwetê standine. Piraniya wan pirtûk û lêkolînên ku ewan li ser rewşa Êzdiyatiyê nivîsandine wekî peymaneke ku di nava dû berên li dijî hevûdin û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cî bîne, wisa ev berheman hatine nivîsandin.

Bidîtina min şerma herî mezin ewe kû, heta îro hêjî hinek kesên ku ji xwe re dibêjin „ Ez rewşenbîr û niviskarim“ û bi teybetî jî di nava tevgera rizgarîxiwaza gelê Kurdîstanê de ne, na xwazin ku serxwebuna êzdiyatiyê nasbikin. Gelek ji wan hêjî bi hemda xwe dîroka Êzdiyatiyê şêlû didine xwanê. Lewma ez jî li ser xwe ferz dibînim ku timî rastiya naveroka qewl, ilm û dînê Êzdiyatiyê yên ku ji berê ve dibêjen, ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya ye bidime nasandin û bibêjim şikir ji Xwêdê re, em Êzdî ne! . Bila her kes bizanîbe ku em Êzdî timî di kevneşopên xwe yên devkî de dibêjin, Xweda yê me hemû giyander (ins) û cinsên li seran serê cîhanê yeke. Navê Xwedê di nava hemû ol û netewên li dinya yê (yên weke Sumerî, Hurrî, Hattî, Hetîta, Gotî, Mîtanî, Arî, Lulî, Marî, Kassitî, Urartî, Medî, Babilî, Keldanî (Asûrî), Kardukî, Kaldahî, Mecûsî, Mazdayî, Sabî, Zerdeştî, Mervanî, Manî, Farizî, Yahudî , Xirîstiyan, Musilman, Hinduyan û whd.) de heye û ew li gorî bawerî, ziman û zaravên herêmî bi gelek navan (Hurmuz, Aton, Marduk, Şamaş, Bal, El, Hadad, Xuda (xwe dayî), Xwedê, Padişa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Ez da, Ezdan, Yezdan, Yazad, Yêzad, Yê ez dayî (Êzîd, Yêzdî, Yêzdî), Xaliq, Tanrı, Allah, Gott, Xwudah û whd. ) de hatiye bi nav kirin.

Her weha bidime xwanê ku, ji berê û heta vêga hêjî gelek dîroknas, lêkolînvanên Kurd û biyanî jî weke min dibêjin, “ola Êzdiyan ola Kurda ye herî kevn e” û bi dîtina min kevnbûna dîroka Kurdîtiyê vêga hêjî di stran, folklor, ilm û qewlê Êzdiyatiyê de zelal xwanê ne. Binêrin, ji roja baweriya Êzdiyatiyê di nav Rojhilata Navîn de peyda buye û heta vêga hêjî, jiyana me Êzdîyan ji jiyana gel û olên din pir cûda bûye. Me Êzdîyan ji ber destê zilm, zor û qedexekirina der û hundir nikarîbûne tu carî xwe di nava welatê ku em tê de dijiyan azad bidine nasandin û bi derdora xwe re bikevine nava pêywendiyên fireh. Ji xwe di wî çaxê ew 72 dû ferman li me Kurdên Êzdî rabûne û Êzîdî koçber bûne, hingê rojname, radio û telîvîziyon tûnebun. Xwandin û nivîsandin ji Êzdiyan re kiribune guneh. Piraniyan wan buyer û fermanên ku bi serê Kurdên resen ve hatine, tenê bi gotin û stranên dengbêjan û di nava zargotina gelde hatine xweyakirin. Ji xwe bav û bapîrên me ji ber vê baweriya xwe yê paqij nikarîbûne tu tahdê û zorê li hinek kesên wekî dinê difikirin bikin û malên der û cînarên xwe bixwin. Gelek serpêkhatên me Kurdên Êzdî hene, ku hêjî tû kes nizane, ka ev buyer ji bo çê qewîmîne, sedemên van buyeran çi bûye, gelek caran ew ne bi rastî hatine diyarkirin û şîrove kirin. Bi hezaran tiştên me yên baş, di singên dengbêj û kalemêrên me de bin êrd bûne û em hew dikarin îro wan buyeran derxînin……

Eşkere bikim ku, em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne û min jî nikarîbû hemû pirsgirêkên dîrok, netew, çande, ol, ferman, koç û qerkirina me Kurdên Êzdî zelal bidime xwanê. Lê ezê zahf dilxweşbim ku min karibû bi vî karê xwe bala hinek ji dîroknas û lêkolînerên Kurd û xerîban bikişînime ser kevnariya netew û civaka me Kurdan û ew bikaribin ji vê xebata min fêdebikin. Her weha ev bibe handanek ji wan re, kû ew hê zaniyarên zêde li ser wan babetên destê min ne gehîştiye û ew pê zanîbin kombikin û bi weşînin. Dîsa ezê gelekî dilxweşbivim, gava ku em jî vaqas buyerên buyî, wekî çewa V.O.Klyûçewskî gotiye:“Em gereke demên derbazbûyî fêr bibin, ne ji bo wê ku ew îdî derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyî nikaribûye paşmayînên xwe bide paqijkirinê.“ ders bigrin…

Dîsa hêvîdarim ku rizgarîxwazin Kurdîstanê bikaribin van lewazî û cûdetiyên dinava ol-netewên li Kurdîstanê de hene û gelek jê hêjî pirsgirêkin, baş nasbikin û van birînên di nava Kurdên êzdî, musilman, mesîhî, cuhu, elewî, sabî..û hwd.ê de hene derman bikin.

Her weha ji Xwedê û hemû xasên me êzdiyan lavan dikim ku, ew nehêlin buyerên weke yên Şêxanê, komkujiyên weke ya Musilê û Şengalê di nava serenserê Kurdîstanê de dûbare bivin. Û ji bo ku em Kurd û bi taybetî jî em Êzdî bikaribin ol, kevneşop û kultura bav-kalên xwe yên bi rumet di rojên pêş me de jî baş xwedî derkevin û tifaqa hemû Kurdîsatinyan xwirtir bikin, ew sûr û keremetên xwe li ser serên me Kurdan kêm nekin .

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê

27067106-562348824099166-1655022027985112997-n.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin