”Adar heyva serkeftin, xweşî û êşên gelê Kurdistanê ye”

”Adar heyva serkeftin, xweşî û êşên gelê Kurdistanê ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê PAKê Mustafa Ozçelik ji bo Newrozê peyam dan

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Newroza 2017an peyamek weşand û Newroza hemû kurd û kurdistaniyên li welat û derveyê welat pîroz kir.

”Bi helkefta cejna Newroz û serê sala Kurdî ve germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdên li hundir û derveyê welat û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê dikim. Hêviya salekî xweş û pir bi bereket û bexteweriyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Meha adarê heyva serkeftin û xweşî û êşên gelê Kurdistanê bûye. Li gel wê yekê jî Adar û Newroz ji bo gelê me hêmaya têkşikandina zulm û derketina ronahî û jiyanê dide û ew jî bi wê wateyê tê ku qurbanîdan û xebat encam û berhema xwe dibe.

Xweragirî û qurbanîdana bê hejmara gelê Kurdistanê li qonaxên dijwarên xebatê da her li bergirîkirina li mayîn û nasnameyê bigre heta têkşikandina terorîstên Da'îş dibê encama xwe hebê û pêwîste ew xebat û destkeft jî yek hengav jî berev paşve neçe û divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe û xwedî biryar û çarenûs û jiyana xwe bê. Her eve jî baştirîn bersîv û bilindtirîn wefaye ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana gel.

Ew qurbaniya gelê Kurdistanê daye û ew çanda bilinda li pêkvejiyan û lêborînê da heye û wê qehremaniya Pêşmerge tomar kiriye, li çavê cîhanê da ne veşartiye û niha cîhan şanaziyê bi gelê Kurdistanê û Pêşmerge ve dike.

Bi vê helkeftê de daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku hêviya wan bihêz bê ji ber ku bi piştrastiyê ve xweragiriya wan berhema xwe dibê. Daxwaz dikim li beranber her hewl û dengek da xweragir bin ku bixwazin bawerî bi xwebûna wan ji wan bistînê û pêvekiyê biçespênê. Newrozê li malbatên serbilindên şehîdan û hemû Pêşmergeyên qehreman pîroz dikim.”

Herweha Serokê PAKê Mustafa Özçelîk di hesabê xwe yê twitterê de peyama newroz da û got; Newroz bila mizgînîya serxwebûna başûr û statuya Rojavayê Kurdistanê be,bila destpêka azadîya hemû Kurdistanê be!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin