Abdullah Kiran: Divê Kurd di sîyaseta navnetewî de du serî nebin

Abdullah Kiran: Divê Kurd di sîyaseta navnetewî de du serî nebin

Serokê Beşa Peywendîyên Navneteweyî li Zanîngeha Alparslan a Muşê Prof. Dr. Abdullah Kiran ragihand ku divê Kurd di navbera xwe de hevalbendîya xwe çêbikin û bi taybetî divê di sîyaseta navneteweyî de du serî nebin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Beşa Peywendîyên Navneteweyî li Zanîngeha Alparslan a Muşê Prof. Dr. Abdullah Kiran beşdarî bultena Rûdawê bû û pêşheteyên vê dawîyê yên li herêmê û bi taybetî rewşa Kurdan nirxand.

Prof. Dr. Abdullah Kiran li ser gotina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya “doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştîyê li navçeyê ye” wiha axivî: “Serok gelek rast gotîye. Em dizanin di vê sedsala dawîyê de aştî û aramî nehatîye herêmê. Yek ji wan sedemên sereke ew e ku piştî şerê cîhanê yê yekem, Kurd di nav çar dewletan de hat parvekirin. Pirsa Kurd pirseke gelek mezin e, û çareserîyek jê re lazim e. Van dewletan jî ji ber ku heta niha çareserîyeke bingehîn pêk nehanîne aştî û aramî li herêmê bicih nebûye.”

Kiran dîyar kir ku pirsa Kurdî li herêmê agirek e, hekesî dişewitîne û got: “Pirsa Kurd heta di çaroveyeke mirovî û neteweyî de neyê çareserkirin ez bawerim li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê.”

Derbarê ji bo ku Kurd pêgeha xwe li Rojhilatê Navîn bihêz bike de Kiran de jî tekez kir ku divê berî her tişt Kurd yekîtîya xwe pêk bînin û ji hev hez bikin û wiha pê de çû: “Divê Kurd di navbera xwe de hevalbendîya xwe çêbikin. Bi taybetî divê Kurd di sîyaseta navneteweyî de du serî nebin. Îro her çend Kud di nav çar dewletan de ji hatine perçekirin û ji hev hatine dûrxistin û sînor di navbera wan de hene, dikarin bi aqilîyeteke giştî li meseleya xwe xwedî derbikevin û di daxwazên xwe yên navneteweyî de hemahengîyekê pêk bînin.”

Di berdewamîya axavtina xwede Kiran bal kişand li ser statû Herêma Kurdistanê û got: “Îro Herêma Kurdistanê ji bo ku statûyekê xwe ya fermi heye, di nav qada navneteweyî de girîngîya gotina wê heye. Divê Kurdên Rojava jî di vê çarçoveyê de ligel wan di nav peywendîyan de be. Çimkî pirsa Kurd yek mesele ye, loma divê aqilyeteke hevbar a Kurdan hebe daku bikarin bin baştir daxwazên xwe bînin ziman.”

Bi gotina Kiran, Kurdan sûdeke girîng ji şerê DAIŞê wergirtîye û derbarê vê mijarê de jî dibêje: “Em dizanin ku pirsa Kurdî piştî şerê DAIŞê, li çar alîyê cîhanê hêj zêdetir û baştir hat naskirin. Herwiha piştî operasyona Tirkîyê ya li hemberî Rojava, di heyama van 30 rojên dawîyê de bi qasî Kurd li Amerîka û welatên Ewropayê bûne rojev, di 150 salên dawîyê de nebibûn rojev. Di heman demê de em dikarin bibêjin doza Kurdan di nav qada navneteweyî de rewatî bidest xist. Amerîkayê jî di şerê DAIŞê de li Başûr û Rojava hevalbendeyek ligel Kurdan pêk anî.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin