92 çekdarên Talîbanê hatin kuştin!

92 çekdarên Talîbanê hatin kuştin!

Li Afganîstanê di 24 demjimêrên borî de, di operasyonên ku li hember Talîbanê hatin kirin û NATOyê jî piştevanî lê kiriye de 92 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

A+A-

Li Afganîstanê di 24 demjimêrên borî de, di operasyonên ku li hember Talîbanê hatin kirin û NATOyê jî piştevanî lê kiriye de 92 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

Wezareta berevaniya Afganîstanê ragehand, operasyonên hêzên ewlehiya Afganîstanê yên NATOyê jî piştevanî lê kirî de li eyaletên Lagman, Gaznî, Paktiya, Zabul, Kandahar, Ferah, Helmend û Belh Faryabê li hember rêxistina Talîbanê operasyon hatin pêkanîn.

Daxuyaniyê de hati gotin, di wan 24 demjimêrên dawiyê di operasyona hevbeş a bi piştevaniya hêzên esmanî ve li gel NATOyê hatiye kirin de, 92 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 56 çekdar jî birîndar bûne.

Hat ragehandin di operasyonan de 10 çekdarên Talîbanê jî hatine girtin û hejmarek mezin çek û teqemenî jî dest li ser hatiye danîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin