"80 sal berê li Dêrsimê kevir li ser kevir nehiştin!"

"80 sal berê li Dêrsimê kevir li ser kevir nehiştin!"

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta 80mîn salvegera komkujiya Dêrsimê ew komkujiya li hemberî kurdan bibîr anî û şermezar kir

A+A-

 

Îro 4ê Gulanê 80ymîn salvegera destpêka komkujiya Dêrsimê ye

80 sal berê, roja 4ê gulanê bi tesdîqkirina M. K. Ataturk û F. Çakmak bi biryara fermî, ji bo bi tevahî ji holê rakirina gelekî, êrîşa leşkerî hate dayîn. Li ser ”Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl a Dêrsimê” ku di 4ê Gulana 1937an de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937an de hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyê Dêrsim îşgal kir, kevir ser li kevir nehêlan.

Di biryarê de ”gelê herêmê divê bê civandin û ji bo devereke din bê neqilkirin”, ”Ev operasyona civandinê wê bigre ser gundan wê him çekan bicivîne û him jî bi vê firsendê kesê ku hatine civandin neqil bike”. Dîsa di biryarnameyê de tê gotin: ”Heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin wê çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwist e em ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin divê li cî û ebedîyen ji navê rakin, gundan bi tevahî hilweşînin û malbatên wan dûr bixînin”.

Di encama wê êrişê de yek ji komkujiyên herî mezin di dîroka Kurdan de li wir çêbû û di encama komkujiyê de ji 70-90 hezar kesên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran hatin sirgûnkirin û li wê derê cara yekem di dîroka Kurdan de jî çekên kêmyewî hatin bikaranîn.

PAKê bi helkefta salvegera komkujiyê daxuyaniyek da û ragihand: “Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê hatiye kiriye tiştê ku dewlet bike ew e lêborîna xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gor vê rastiyê bavêje ye. Dewlet dikare bi destnîşankirina cihên gorên serokên tevgera Şêx Seîd û Seyid Riza û yên din dest pê bike.”

PAKê komkujî Dersîmê şermezar kir û ragihand: “Ew wek PAK careke din diyar dikin di meşa xwe ya azadiyê de heta ku ew hemû mafên gelê xwe bi dest bixin, bi biryardarî ew dê bimeşin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin