67 koçber xeniqîn

67 koçber xeniqîn

Li Behra Spî peravên Lîbyayê duh ber bi êvarê belemeke koçberan serûbino bû û 67 kesên di belêmê de xeniqîn. Herwiha 30 penaber jî hatine rizgarkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor nûçeya ajansa ANSAyê ya Îtalyan li peravên paytextê Lîbyayê bajarê Trablusê belemek koçberan binav bû.

Masîgirek li Alarmphoneyê gerîya û derbarê bûyera ku li peravên Lîbyayê çêbû agahî dayê û gotîye ku ji koçberan 30 kes hatin rizgarikirin, 67 kes jî xeniqîn.

Li gor gotina şahihalmn bûyerê, masîgiran li gor saeta herêmî derdora saet 17.00 li peravên Trablusê beleme ku hewa têde nemaye û derdora wê gelek koçber ku ketine behrê dîtine.

Hat gotin ku masîgir ji bo alîkarîyê li hêzên Asayîşa Qeraxan a Lîbyayê gerîyan, lê negihiştin wan

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin