Konsulê Rûsyayê: Helkewt Ezîz nîşana niştimanperweriyê û çavdêrekî bêalî bû

Konsulê Rûsyayê: Helkewt Ezîz nîşana niştimanperweriyê û çavdêrekî bêalî bû

.

A+A-

Konsulê Giştî yê Federasyona Rûsyayê yê Hewlêrê Maxim Rubin, peyameke sersaxiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata Helkewt Ezîz re şand.

Maxim Rubin di peyama xwe de ragihand, "Helkewt Ezîz nîşana niştimanperweriyê û mînaka çavdêrekî dilsoz û bêalî bû."

Konsulê Giştî yê Rûsyayê di peyama ku ji malbat û kesûkarên Helkewt Ezîz û Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin de wiha dibêje:

"Konsulxaneya Giştî ya Federasyona Rûsyayê ya Hewlêrê sersaxiyê ji Kanala Rûdawê, malbat û kesûkarên nûçegihan û birêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz re dixwaze."

"Em serê xwe li ber bîranîna wî ditewînin"

Maxim Rubin di peyama xwe de destnîşan kir:

"Di vê roja tijî xem de em hemû Helkewt Ezîz bi bîr tînin û serê rûmetê li ber bîranîna wî ditewînin."

Wî her wiha anî zimên, ew rojnameger "nîşana niştimanperweriyê û mînaka çavdêrekî dilsoz û bêalî bû."

Konsulê Giştî yê Rûsyayê di dawiya peyama xwe de hevxemiya xwe diyar kir û got:

"Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku sebir û aramiyê bide malbat û hevalên wî û giyanê rehmetî bi bihuşta pak şad bike."

Li Kerkûkê hat veşartin

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz doh li ser Bexda û Besreyê di encama qezayeke trafîkê de koça dawî kiribû.

Cenazeyê wî îro li Goristana Rehîmawayê ya bajarê Kerkûkê hat veşartin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin