6. rûniştina doza Apê Mûsa bi rê ve çû

6. rûniştina doza Apê Mûsa bi rê ve çû

Li Enqerê 6emîn rûniştina doza kuştina zana û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) hat sazkirin. Di rûniştinê de kurê Apê Mûsa, Dîcla Anter jî amade bû.

A+A-

Rûniştina doza kuştina nivîskarê Musa Anter, birîndarkirina parlamenterê berê yê AK Partiyê Orhan Miroğlu û doza sereke ya JÎTEMê li Mehkemeya Cezayê Giran a 6em a Enqereyê hat kirin. Di dozê da 18 bersûc hene û Mahmut Yildirimê ku bi kodnava "Yeşîl" tê naskirin jî heye.

 

Bersûc Savaş Gevrekçî, kurê Musa Anter ê bi navê Dîcle Anter û parêzerên bersûc û gazinkeran beşdar bûn.

 

Serokê Dadgehê Şukru Onat Tekinalp ragihand ku rojnameger Abdurrahman Şîmşekê ku berê di rûniştinê dr wek şahid hat guhdarkirin, bi flaş belekê hin belge û qeyd di navbera celseyê da teslîmî dadgehê kir. 

 

Parêzerê malbata Anter Selîm Okçuoglu û parêzera Mîroglu Çîsem Alparslanê xwest ku kopyaya flaş belekê bidin wan û dîmen jî di rûniştinê de werin temaşekirin.

 

Parêzer Okçuoglu diyar kir ku ji bersûcan Abdulkadîr Ayganê (Azîz Turan) ku li Swêdê dijî dê parastina wî bihata hildan, lê belgeyên îfadegirtinê li Wezareta Dadê ma û wiha dewam kir: "Em dîsa dixwazin ku parastina bersûc li Swêdê were hildan. Herwiha min bihîst ku Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Sererkaniyê yê berê Korgeneral Îsmaîl Hakki Pekîn ê teqawid gotiye ku bersûc Yeşîl dijî, nexweş e û li Tirkiyeyê ye. Ji bo dozê wek şahid guhdarkirina wî girîng e."

 

Okçuoglu ragihand ku demek berê nûçe derketin û hat gotin ku "Zakir Selvî yê merivê Yeşîl hat girtin", hat gotin ku navê vî yê rastîn Bedîrhan Esenlîk e, heke beyana vî kesî were hildan mijara vê dozê dê were safîkirin.

 

Ji parêzerên bersûc Hîkmet Îşler diyar kir ku ev daxwaz dê naveroka dosyeyê neguherîne û xwest ju ew daxwaz bêne redkirin.

 

Dadgehê ji bo hildana parastina Aygan biryar da ku ji Wezareta Dadê re nivîs were şandin û aqûbeta nivîsa ku ji wezaretê re hat nivîsandin, were pirsîn.

 

Li gor biryarê wê di nivîsê de wiha were gotin, "Ji bo vê bûyera ku rojeva Tirkiyeyê dagir kiriye, seba ku darizandin were kirin, hildana parastina Aygan girîng e."

 

Dadgehl biryar da ku ji bo girtina bersûc Muhsîn Gul, Mehmet Zahîr Karadeniz, Fethî Çetîn û Mahmut Yildirim ê kodnava "Yeşîl" li bendê bimînin.

 

Her wiha dadgehê li gor daxwaza Okçuoglu yê parêzer biryar da ku Îsmaîl Hakki Pekîn û Bedîrhan Esenlîkê wek "Zakir Selvî" tê nasîn wek şahid werin guhdarkirin, Ahmet Turk jî li ser pergala telekonferansê wek şahid beyana wî were hildan.

 

Heyetê ji bo tesbîta beyana bersûcên hin şahidên din biryar da ku muzekkere were nivîsandin, qeyda hevpeyvîna ku rojnameger Şîmşek bi Abdulkadîr Aygan re kir, di rûniştinê da were temaşekirin û doz taloq kir.

 

Serokê Dadgehê Şukru Onat Tekînalp biryara navberê eşkere kir û got rûniştina din dê 14ê Mijdara 2018ê bê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin