5 endamên malbatekê şewitîn û 4 kesan ji wan canê xwe ji dest dan.

5 endamên malbatekê şewitîn û 4 kesan ji wan canê xwe ji dest dan.

.

A+A-

Li kampa Bêrsivê ya koçberên Êzidî li Zaxo, karesatek rû da û ji ber şewatîna çend konan, 5 endamên malbatekê şewitîn û 4 kesan ji wan canê xwe ji dest dan.

Karesata şewitîna konan demjimêr 02:00 berbangê rû da û agir bi bi çend konên kampê ket û 4 kes ji yek malbatê canê xwe ji dest dan û 4 kesên din jî birîndar bûn.


Ewên canê xwe ji dest dane: Xalid Îlyas Murad û 3 kurên wî Necde 10 salî, Necîre 11 salî, Necdo 7 salî ne. Tenê dayika zarokan Zora Hacî ku ji sedî 25ê ji gewdê wê şewitiye, li nexweşxaneya Duhokê zindî maye û di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Ji bilî wê malbatê, 3 kesên din ji malbateke din birîndar bûn û ew jî niha li nexweşxaneyên ne.

Ev karesata dilsoj, karvedanên li ser asta bilind li pişt xwe anîn. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bilî nîşandana hevxemiya xwe, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed raspard ji bo lêkolîneke hûr di sedema vêketina agir de bike.


Parêzgarê Duhokê Elî Teter di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew lêkolîneke hûr dikin ji bo careke din bûyerên wiha dubare nebin, heger sedema vêketina agir çi be jî.

Baba Şêxê Êzidiyan di merasîma bixakspartina termên qurbaniyan de ragihand, “Dengê xwe digihînin hemû aliyan, ji bo bi hawara me bên û zû çiyayê Şingalê pak bikin, ji bo xelkê me vegere ser mal û cihên xwe. ta ku careke din karesatên wiha nebînin.”


Ji aliyekî din ve, Diktor Felah li nexweşxaneya Duhokê derbarê rewşa tendirustî ya diyaka qurbaniyên wê karesatê ragihand, ji sedî 25ê ji gewdê wê şewitiye.

Heta niha bi hûrî sedema vêketina agir nehatiye zanîn, lê şeva borî bayekî tund li parêzgeha Duhokê hebû ku bû hîşt agir bilez di nava konên kampa Bêrsivê de belav bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin