Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

37 Sal li ser Anafala Barzaniyan re derbas bû!!!

A+A-

Hêjayan;

37 Sal li ser Anafala Barzaniyan re derbas bû!!!

 

Enfal bi kurtî qirkirina gelê Kurd û bi taybetî rêya çûn û nehatinê bû. Ji zarokên 9 salî û pêve, 8000 mêrên Barzanîyan ku bi planek ne mirovahî ji alîyê Seddamê birçîyê xwîna Kurdan hate pêk anîn. Cara yekemin keke Bûbê bi fedekariyeke nedîtî roja  23 Nîsan 2007an de ji Swêdê derbasî başûrê Kurdistanê herema Barzan bûye û 11 mehan lêkolînên xwe yên li ser Enfala Barzaniyan domand. 6 mehan jî di nava wan de li Bajarokê Bilê di mijara dîroka Anfalê da bi mexdûrên wê re bi awayekî zindî, yek bi yek lêkolîn kirîye û piştî xebateke dûr û dirêj bi şêweyek fedekarane  teza xwe ya bi navê ANFAL Û JENOSîD bi herdu zaravayan li başûrê kurdistanê di sala 2007an de weşand. Şanoya Anafalê bi navê DÎROKA RÛREŞ sala 2008an li Swêdê weşand.

Romana 8000 anfala Barzaniyan bi navê  BARZAN DİGİRÎ di sala 2018 li bakurê kurdistanê weşandin. Ev berhema delal bi  soanî jî niya ji çapê re amade ye. Hevpeyvînên wî li gel malbatên Anfalê kirî ye bi navê QÊRÎNA BARZAN jî ji bona Çapê amade ye.

Min jî ev berhema delal romana 8000 enfaliyên Barzan ya bi navê BARZAN DIGIRI wergerandiye zimanê tirkî. Hêvîdarim ev ê di demek nêzde bê weşandin. Da ku li bakurê kurdistanê jî yên bi kurdî nizanibin vê berhemê bixwînin û anfalê fêr bibin ku bê wê çi afat û tofan aniye serê gelê me.

Ez zêde axaftina xwe dirêj nekim û em bi hevre nivîskarê kareseta anfala Barzaniyan ji devê nivîskarê hêja Bûbê Eser fêr bibin.

Mamoste Baqî -Anfal çiye çi demê destpê kir armanc û hedefa Anfalê çi bû?

Bûbê Eser: Anfal li gor sureyek an ayeteke qurana pîroz weha dibêje; Di Qurana pîroz di ayet an Sureya Anfalê de Yezdanê dilovan weha dibêje; ”Di dema ku ew cengê dibin ser kafiran, pêwiste şer bikin. Ew kesênbi were be û êer nekin wan bikujin. Wan qir bikin. Wana nek u hûn wan dikujin. Ew Xwedayê mezin wan dide kuştinê”.

 Berî ku em enfalê bêjin, divê em sedema pêkhatina wê vekin da ku bizanim û fêr bibjn çima enfal pêk hat?

Bala xwe bidinê ji roja Barzaniyan dest avêtin tekoşîna azadiya kurdistanê biryar girtin û xwestin ku ew li ser erda xwe desthilat bin. Li gor vê biryarê destbi tekoşînê kirin. Her ku wenda dikirin ji bona ji nûde destbi şerî azadiyê bikin bi xurtir radibûn û bi hêzytir dibûn.

Em dibînin ku şopa Barzaniyan di nava tekoşîna her çar dewletên dagirker de heye. Ji ber ku armanc û hedefa wan ew bû kurd bibin xwedî dewleta xwe û li ser erda xwe bi azadî bijîjn.

Vê çahd û tekoşîna Barzaniyan çavên dijmin tirsandin û dijmin ango dagirkerên me gihiştin wê qanatê û baweriyê ku çi dema Barzanî nemînin wê tekoşîna gelê kurd jî biqede.

Ji ber vê bû ku tim herçar dagirkern me li gel hef, li hember Barzaniyan û tekoşîna wan ya ji bona azadiya kurdistanê, şerê hebûn û nebûnê dan.

Lê Barzaniyan tu caran li hember dagirkeran serî netewandin. Her li ber xwe dan da ku kurdan bikin xwedî dewlet.

Loma Seddam berî sala 1975an Barzaniyên sivîl ji cih û warên wan rakirin û ew hemî şandin basrayê. Li wir Barzanî tuşî gelek zor û zehmetiyan hatin. Lê tu caran xwe radestî dijmin nekirin û teslim nebûn.

Di hemî şertên zorde wan her di ber xwe de didan da ku ji nû de û  hê bê hêztir tekoşîna azadiiya gelê xwe bidomînin.

Piştî sala 1975an ku li gor peymana Qasra Şêrîn ku Îran û Irak li hevdu hatin, di vê li hevhatinê de kurd jî şkestin, lê têk neçûn.

Di wê demê de Barzanî mecbûr man ku heta demeke guncav şer rawestînin. Piraniya wan çûne Îranê lê hin mifrezeyên pêşmêrgan li başûr kurdistanê hiştin da ku di demeke kin de dîsa dest bi şerê azadiya gelê xwe bikin. Mesele dirêj e lê ez ê kin bibirim.

Piştî vê têkçûne Seddam û dagirkerên me gihiştin wê qenatê ku êdî kurd neman û ew bi ser ketin. Lewra Barzaniyên şandibûn Basrayê li Hewlêrê vegerandin û di kampan de bi cih û war kirin.

Lê ev dîtina Saddam û dagirkerên me rast derneket. Di demeke kin de bi serpereştiya rêbaza Barazan bi nava Qiyada muwaqet şerê azadiyê ji nûde destpê kir. Vî şerî ji nûde dagirker har kirin.

Ketin nava tirs û xofekê da ku wê çawa Barzaniyan biqedînin.

Ji ber vê tirs û xofê bû ku Seddam hin çivîn amade dikir ku wê çawa Barzaniyan nehêln. Di civîna xwe talî û ya li gel hin eşîrên xwe firoş amade kiribû ku wê çawa Barzaniyan biqedînin.

Aha di wê civînê de û bi pêşniyara hin eşîrên kurdan yên xwe firoş biryara tunekirina Barzaniyên sivîl hate dayîn.

Roja 31.07.1983an de ji devera Barzan Saddam û leşkerên xwe destbi topkirina zilamên Barzaniyan kirin. Ji kampên li Hewlêrê dest bi topkirina zilamên Barzaniyan kirin.

Ji zarokên 12 salî û berjortir hemî zilam topkirin û  ew di nava çolên Irakê de bi saxî binerd kirin.

Enfala Barzaniyan di pênc qonaxan de destpêkir.

1  Qonaxa yekê: Di 30 -7-1983  li bexda şêx Osmanê kurê şêx Ehmed Barzanî û birayê wî şêx Nezîr her weha Îmad û kurên M.Mistefa Barzanî Ubeydilla, Loqman û Sabir û kurrê şêx Sadîqî heval û şêx Îsmailê kurê şêx Ebdulselam û çend kesên dî girtin û bê şert  û şirût hatin kuştin.

2  Qonaxa dûyê: Di 31-7-1983  herdû kumelgehên ((qudis)) û ((qadsiye)) ser bi nahiya quştepe hatin dorpêçkirin û tevî temenê wan ji 10   saliyê girtin û rapêçî nav pasên serbazî kirin û wenda  ango ew jî bi saxî bin ax kirin. Di vê qonaxê da bêtirîn ji Barzaniyan hatin girtin.

3  Qonaxa sêyê: Di 10-8-1983  bi heman şêwe kumelgehên ((behrke, herîr, diyana)) hatin dorpêçkirin. Divê qonaxê  da jî pareke zor mezin Barzanî hatin girtin.

4  Qonaxa çarê: Di 1-10-1983  dûbare komelgehên ((qudis)) û ((qadsiye)) hatin dorpêçkirin. Komeka zilam hatin girt, ev kesana jî ew bûn yên xwe veşartibûn yan ji ji kesên berê bi seferê çûbûn cihekî din bûn.

5  Qnaxa pêncê: Her li dû  qonaxa çaran di 1/10/1983  heta sala 1990  bi berdewamî ew Barzaniyên nehatibûn girtin di van qonaxan de jî gelek kes hatin girtin. Di nava wan de weke Emîn Pênidiroyî, Kemal Bêrisiyavî û çendên din.

 

 

Mamoste Baqî)-Kekê Bûbê çûna te ya başûrê kurdistan, nivîsandina berhemên li ser enfalê çawa destpê kir û çima gelo??

Bûbê Eser: Niha weke min di pirsa ewil de jî got ku armanc û hedefa hemî dagirkerên me tunekirina Barzaniyan bû. Lê di vê tekoşîna Barzaniyan û dagirkeran de Barzanî bi serketin.

Başûrê Kurdistanê azad kirin, piştî azadiyê jî karê kurdan divê êdî biba avadana welêt.

Karê nivîskar û rewşenbîran jî divê bibe  nivîsandina wan kerasetên hatibûn serê gelê me.

Çima???    

Heger em wan karesatana nenivîsînin, di nava kurdan û li cihanê belav nekin ma gelê cîhan wê çawa bizanibin ku kurd rû bi rûyê çi kerastan hatine.

Min jî xwest vê karesata Enfala bi giştî 182-000 û ji vana 8000 zilamên Barzaniyan binivîsînim. Bidim zanîn da ku him xelkê me him jî cîhan vê bi awayek rast tê bigihêjin.

Têgiştina wan dibe sedema xebateka navneteweyî ku em vê bikin Jenosîd da ku di qada navneteweyî de bidin qebûlkirinê.

Min jî xwest vê karesatê bi awayekî zîndî ji devê malbatên kesên wan hatibûn enfalkirinê binivîsînim da ku rastî derkeve holê.

Loma min xwest ez jî bibim yek ji wan da ku bikaribin ya dilê xwe û wan, nerîn û dîtinên wan, êş û azarên wan bi awayekî rast binivîsînim.

Min karê xwe berê bi seredana mezelên ango qebrên nemiran Barzanî yê nemir û Îdrîsê cangorî destpê kir. Min li ser mezelê wan sond xwar ku heta ji min bê ez ê jî di xizmeta we û ya gelê xwe de kar û xizmetê bikin. Ji ber ku wan jiyana xwe li ser vê kiribûn.

Di encama van xebatên xwe de weke we jî anîbûn zimên min heta niha 4 berhem li ser wê karasetê nivîsîye.

 

 

Mamoste Baqî).Di nava kar û xebatên te yên di nava malbatên enfalê de tu tuşî çi hat. Te çi dît û fêr bû? Tu dikare ji temaşevanên me re jî bêje?

Bûbê Eser: Bawer bike gelekî zehmet ku ez behsa wê demê bikim. Xebateke gelekî zor û zehmet bû û divê hinan ew kar bikirana. Loma min destpêkir. Bawer bikin min di destpêde nizanibû wê ewqasî zehmet be.

Çima?

Dema min dest bi xebata xwe ya bi seradana rojê sê malan kir. Her ku li malekê dibûm mêvan û dema min destbi pirsan dikir, wan destbi girî dikirin. Giriyekî weha bû ku çiyayên kurdistanê jî nikarîbûn xwe li ber giriyê wan bigirtana

Her min jî bi wan re li gel wan destbi girî dikir. Em berê têra xwe digiriyan û me ji nûde dest bi xebata xwe ango pirs û bersîvan dikir.

Di nava her malbateke kes û karên anfalê de tim agirekî ku qet venedimirî pêketî hebû. Ew agir qet venedimirî ew kes û karên li dû enfalê mabûn jî dişewitand. Şewata wî agirê dema min dest bi karê xwe kir, roj bi roj ez jî dişewetandim
 

 

Ma min çi nedît:

Min jinên piştî mêrê wan hatibûn enfalkirinê him bû bûn dê him bav dîtin. Ji ber ku ji bona zarokên ango bi çûkên li dû bavên xwe mabûn nemirin, jinên Barzaniyan bi roj kar dikirin bi şev jî li zarokan dinerîn, dît.

Min ew jina ku 25 (Li gor dema min xebat dikir 2007) sal di ser vê re derbas bû bû hê jî li benda zilamê xwe, li benda zarokên xwe, li benda bav û brayê xwe bûn ku wê rojekê vegerin, lê venegeriyan, dît.

Gelo li vê cîhanê kîjan jin dikarin 37 salan li benda mêrê xwe bisekine  nezewice û zarokên li dû enfalkirina bavên xwe mane bikin pêşmêrge. Bawer bike ev tenê li kurdistanê dikare bê dîtin û tenê jinên Barzaniyan dikarin vê yekê bikin û bibînin.

Min zarokên ku nizanîbûn wateya bav çi ye dîtin: Gelek ji wan piştî bavên xwe an di çend mehê berî çûyna bavê hatibûn dinyê, lê nizanibûn maneya bav çiye, dîtin.

Bûm şahîdê wê yekê ku wan jinên Barzaniya bi çi ked û cahdê kar dikirin da ku zarokên wan nemirin. Di avahiyê xaniyan de dixebitîn. Di nava erdan de, di nava pembo de, weke mêran kar dikirin da ku bi pereyekî hindik wan zarokan ji mirinê xilas bikin, dît.

Di xebatên xwe yên 11 mehande hema bêjin min jî bi qasî wan êş, derd, dît. Lewra tiştên hatibûn serê malbatên enfalê pir zehmet e ku mirov wan hemiya bêje an binivîsîne.

Heger okyanûs bibe hubir ango murekep jî wê têra nivîsandina wê kerasetê neke. Heger tu bi salan vê karesetê bêje jî wê dawî lê neyê.

 

Mamoste Baqî)- Em niha vegerin, piştî wan xebat û berhemên te, Gelo sedema nivîsandina wan ji ber çi bû?. Û çima te dest avêt karekî weha

Bûbê Eser: Ez bawerim hema hema min bersîvê vê li jor da. Lê dîsa bêjim: Sedema nivîsandin û xebatên min ya berhemên enfalê ew bû ku divê em weke nivîskar û rewşenbîrên gelê xwe karesetên weha bi  nivîsên xwe wan weke şano, roman û lêkolîn binivîsînin û wan li gelê xwe û cihanê belav bikin.

Her çiqasî ev 37 salên ku di ser enfal Barzaniyan re derbas jî bû be. Lê hê jî gelek kurd ango kurdên perçên din vê nizanin. Taybetî jî kurdên bakurê kurdistanê hay û baya wan ji vê kerastê nebû ye. (Ji bilî partî, rêxistin û hin kesên rewşenbîr) Ji ber ku hin bi zanetî kar û xebatê dikin da ku hemî xebat û tekoşîna Barzaniyan li bakurê kurdistanê li ber çavên kurdên hevalbendên xwe reş rê bidin.

Lê hûn bawer bikin ku piştî weşandina romana min ya bi navê BARZAN DIGIRI ya 8000 hezar enfalkirina Barzaniyan gelek ji nû de fêr bûn ku enfal çi ye û çi aniye serê gelê me, li başûrê Kurdistanê û Barzaniyan.

Îcar dema kurd vê nizanibin wê çawa ewrûpî vê fêr bibin. Ji bona berxistin û fêrbûna vê kerasetê divê nivîskarên kurd li ser vê binivîsînin û bikin zimanên biyanê li cihanê belav bikin da ku em vê ji nû de bixin qada navneteweyî da ku enfalê bikin Jenosîd.

Her ez weha bawerim ku piştî weşana romana 8000 enfalê Barzaniyan ev mijar bêtir li bakurê kurdistanê kete rojevê.

Loma armanca min bi nivîsandina berhemên anfalê ew bû ku vê bi gelê xwe û cîhanê de bidim zanîn.

Kar û erkê rewşenbîran ew ku ew bûyer û kiryarên têne serî gelê wî bikin nivîs da ku him xelkê wî him jî cihan wan bixwînin da ku fêr bibin ew kiryar û bûyerana ji bona çi û ji ber çi sedeman pêk hatine.

Mamoste Baqî) -Gelo çima enfalê ji Barzaniyan destpêk kir û sedema vê çi bû? Gelo te çima xebatên xwe li devera Barzan destpê kir?

Bûbê Eser: Spas ji bona pirseke weha. Ji ber ku ev xalek û xelekek herî girîng e. Çima anfalê ji Barzaniyan de destpê kir?

Ji ber ku Barzanî bû bûn kelemê ber çavên hemî dagirkeran. Lewra jî her çar dagirkerên me li gel hev kar û xebat dikirin da ku Barzaniyan ji holê rakin. Li gor wan ji holê rakirina Barzaniyan qedandina gelê kurd bû.

Heger em li her çar perçê kurdistanê binerin em ê Şopa tekoşîn û berxwedanên Barzaniyan bibînin. Ji ber Barzanî êdî bû bûn kurdistan û kurdistan jî bû bû Barzanî.

Ji ber vê bû ku her çar dagirkerên me li gel hev lê dixebitîn ku Barzaniyan biqedînin. Dema di sala 1975an de tekoşîna gelê kurd li başûrê kurdistanê hate rawestandin. Seddam û dagirkeran bawer kirin mesela kurd qedandin.

Loma Seddam kurdên li çolên Basrayê bi cih kiribûn vegerandin Hewlerê û di kampanda bi cih war kirin ku wî digot; ”Êdî kurd neman û nikarin tekoşîna li hemberî wî bidomîne”.

Lê tiştên Seddam û dagirkerên me xwestibûn weke wan derneket. Kurdan bi serpereştiya Barzaniyan ji nûde bi navê Qîyade Muwaqet dest bi şerê azadiya kurdistanê kirin.

Dagirkerên me ji vê aciz bûn. Civîn li ser civînan çê kirin da ku bi hevre rêya tunekirina Barzaniyan bibînin.

Loma di civînekê de li gor pêşniyara xwefiroşekî  ku serok eşîr bû, ji Saddam re got: ”We çi kir Barzanî ne qediyan. Lê ez pêşniyar dikim ku em li gor biryarên cenabê te. Hemî zilamên Barzan bigirin û li ser navê Enfalê wan bi saxî binerd bikin, wê demê em ê ango hûn Serokê me kurdan û ereban Saddam dê bi serkevin.

Dema zilam nemîne wê zarok çê nebin, wê kes nezewicin. Heta demek dûr dirêj wê rewş weha here di nava vê rewşê de cenabê we dê hemî kurdan li gor xwe perwerde bikin. Canabê we û em kurdên ne bi Barzaniyan re em ê ji wan xilas bibin. Ev ê bibe serketineke we ya bê hempa”.

Pêşniyara wî serok eşîrê caş û xwe firoşê dikeve serê Saddam.  Loma ew vê dixwe jiyanê û ji Barzan de destpê dike.

Lê dûre Saddam ev berfireh kir û li seranserê başûrê Kurdistanê 182.000 kurd bi saxî binax kir.

Sedema min xebatên xwe yên li ser enfalê ji Barzan û li devera Barzan li bajarokê Bilê destpê kir ev bû.

Min nikarî bû û ew derfet tune bû ez li seranserê Kurdistanê li malbatên kesên wan hatibûn enfalkirinê bigerim. Karekî weha wê bi salan wext bigirte.

Loma ez li Bilê bi cih û war bûm, ji ber ku piraniya kesên wan hatibûn enfalkirin, li ser hev bûn, ango li gundê nêzîk hev bûn. Seredan û gera gundan ji bona min rehetir bû. Loma min ji devera Barzan û ji Barzaniyan destpêkir.

Hûn ya rastî bixwazin enfal hedef û armanca wê diyar û eşkere bû. Tunekirina gelê kurd û bi taybetî ya Barzaniyan bû.

Loma kesên tuşî vê kerasatê bû bûn hema bêjin, jiyana wan yek bû. Hemiyan weke hev piştî enfalkirina zilm êş û zehmetiyên weke hev dîtibûn.

Ji ber vê fêrbûna êşa enfalkrina malbatên Barzaniyan û hemî kurdan kêm zêde weke hev e.

 

Mamoste Baqî) -Ji bona Anfal di qada navneteweyî de weke jenosîd bê qebûlkirinê, divê çi bê kirinê?

Bûbê Eser: Li gor min pirsa herî girîng yek jê jî ev e.

Ji bona em vê karesetê di qada navneteweyî de bikin Jenosîd. Divê bi serpereştiya Hukukmeta Herêma Kurdistanê Komîteye bi navê Komîteya Enfalê bête damezrandin. Ev komîte kar û xebatên xwe di qada navneteweyî de bidomîne.

Divê Komîteyeke çawa bê damezrandin?

Divê ji parlemena Kurdistanê çend kesên zîrek û ziman zan destpê bikin. Ew kesên di vî warî de şareza û serwextê zimanên biyaniyan bin.

Çend kesên ku lêkolînên wan an berhemên wan li ser vê karesetê hebin ango hatibin nivîsîn û belavkirin.

Çend kesên ji burokratê ewropî, rojnamevan, parlemenên dostên kurdan jî hebin da ku ew jî li ewropa vê bidin zanîn û li ser wê binivîsînin. Di parlemenê ewropiyan de vê bixin rojeva wan.

Loma divê ji bona karekî weha jî H.H.K bi butçeyeke baş ku bikaribe hemî kesên di vê komîtê de cih digirin di warê aborî de piştgiriya wan bikin.

Îro jiyana siyasî, çandî ûhwd bi saya peran dibe. Loma divê HHK jî bi butçeyek baş bi komîteyeke zîrek, ziman zan û lêkolîner destbi vî karî bike daku em li gel hev vê enfalê di qada navneteweyî de bikin Jenosîd.

Mamoste Baqî:) -Fermo gotina niha ya te ye. Em ê bernameya xwe bi gotinên te dawî biqedînin. Kerem bike.

Bûbê Eser: Bawer bike min gelek tişt got. Lê em çiqasî bêjin û binivîsînin jî em ê nikaribin vê karesetê di her warî de bidin zanîn.

 Daxwaza min ew e ku em hemî kurd û bi taybetî yên li ewropa li gel hev bi karekî weha ve rabin.

Heta ku em vê nekin Jenosîd divê em karê xwe bidomînin.

Spas ji bona Çarpel Medya Spas ji bona cenabê te jî ku we li gel hev, îmkana ku ez li ser keraseta enfalê nerîn û dîtinên xwe bêjim dane min

Spas ji bona hemî kesên em temaşe kirin û wê bikin. Spas ji bona brayê min Bawer Eser ku ew jî wê demê li başûrê kurdistanê bû, bi pêşniharên xwe bi alîkariya min ve rabû bû.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar