316 kes ji ber “Koronavirusê” hatine desteserkirin

316 kes ji ber “Koronavirusê” hatine desteserkirin

316 bikarhênerên medyaya civakî bi sedema deng û dîmenên derbarê Covid-19ê de weşandine hatine desteserkirin. Hejmara kesên ku lêpirsîn ji bo wan hatîye vekirin gihîştîye 1748an.

A+A-

Navenda Nûçeyan -  Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kirîye ku bi sedema deng û dîmenên ne rast derbarê koronavirusê (Covid-19) de weşandine 316 kes rastî lêpirsînê hatine.

Li gorî daxuyanîya Wezaretê di nava hefteyekê de ji ber li ser medyaya civakî “peyamên ku propagandaya rêxistine terorê kirine, dijminahîyê, nefretê û tirsê di nava gelî de belav kirine, bi belavkirina belgeyên nerast xwestine nêrînekê din çêbikin û û mesajên provokatîv ên derbarê koronavirusê de par ve kirine lêpirsîna 1748 kesan hatîye kirin.”

Di nava van kesan de 316 kes hatine desteserkirin ku bi mesajên xwe “propagandaya rêxistine terorê kirine, dijminahîyê, nefretê û tirsê di nava gelî de belav kirine, bi belavkirina belgeyên nerast xwestine nêrînekê din çêbikin û û mesajên provokatîv ên derbarê koronavirusê de par ve kirine.” 

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin