26 xwendekar û profesor ji Kabulê gihîştin Silêmaniyê

26 xwendekar û profesor ji Kabulê gihîştin Silêmaniyê

.

A+A-

Piştî ku Taliban Efxanistanê kontrol kir, Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê (AUIS) pêşwaziya hejmarek xwendekar û profesorek ji Zanîngeha Amerîkî ya Efxanistanê (AUAF) kir ku xwendina xwe bidomînin.

Li gorî çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Rûdawê re ragihand ku grûpeke ji 26 xwendekar û profesorek, ku 3 jê mêr in, gihîştine Silêmaniyê.

Berpisên Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê (AUIS) ji Rûdawê re ragihandin ku ew vê mijarê şîrove nakin.

Rûdaw Îngilîzî ji bo agahiyê xwe gihand Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, lê ew nexwest ku di derbarê mijarê de biaxive.

Rojnameya Amerîkî New York Times ragihand ku xwendekar, xizm û endamên karmendên Zanîngeha Amerîkî ya Efxanistanê (AUAF) roja Yekşemê li otobusan siwar bûn û çûne firokxaneyê da ku bi firokeyên leşkerî ji Efxanistanê bên derxistin lê piştî sekinandina heft demjimêran ew şandine malên wan.

 Bi taybetî jin û kesên ku li Efxanistanê bi hêzên navneteweyî û nûnertiyên dîplomatîk re xebitîne di bin metirsiya tolhildana Talîban da ne.

Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê (AUIS) di sala 2007an de hat damezirandin. Zanîngeh 12 bernameyên destûrnameyê, û yek bernameya masterê pêşkêş dike.

Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê (AUIS) û Zanîngeha Amerîkî ya Efxanistanê (AUAF) endamên hevkar ên Yekîtiya Kolej û Zanîngehên Navneteweyî yên Amerîkî (AAIC) ne.

Li gorî New York Timesê, yek ji wan cîhên yekem ku Talîban kontrol kiribû, kampusa Zanîngeha Amerîkî ya Efxanistanê bû. Kampus di 14 -ê Tebaxê de, rojek berî kontrolkirina Talîban, deriyên xwe girt.

Herwiha rojenameya New York Timesê diyar kir ku çekdarên bi kincên kevneşopî yên Efxanî û çekên AK-47 ala zanîngehê danîne û li cihê wê ala Talibanê daleqandine.

Grûpeke milîsan di sala 2016an de êrîşî kampusa Zanîngeha Amerîkî ya Efxanistanê (AUAF kir û di êrişê de 15 kes kuştin, ku di nav de heft xwendekar hebûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin