23 baroyan daxuyaniya hevpar da: Demîrtaş berdin

23 baroyan daxuyaniya hevpar da: Demîrtaş berdin

.

A+A-

Nîqaşên li ser biryara DMME’yê derbarê Selahattîn Demîrtaş de didomin. 23 baroyan jî banga berdana Demîrtaş kir. 

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar dabû ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê were berdan. Nîqaşên li ser biryara DMME’yê berdana derbarê Demîrtaş de didomin. Ji bo hêj Demîrtaş nehatiye berdan bertekek jî ji 22 baroyan hat.

Baroyên Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex, Çewlig, Bedlîs, Dîlok, Colemêrg, Agirî, Semsûr, Qers, Mûş, Dersim, Stenbol, Yalova, Îzmîr, Edene Bûrsa, Hatay û Enqereyê têkilarî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de daxuyaniyek hevpar a nivîskî belav kirin. Baroyan di daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya biryara DMME’yê û bang li rayedarên Tirkiyê kir ku biryara DMME’yê bi cih bînin û xwestin Demîrtaş demildest were berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin