2 pêşmergeyên PAK- Rojhilat li Kerkûkê şehîd bûn

2 pêşmergeyên PAK- Rojhilat li Kerkûkê şehîd bûn

2 pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Hewîce ya Kerkûkê şehîd bûn û 3 pêşmergeyên din ên wê partiyê jî birîndar bûn.

A+A-

Bi sedema teqîna TNTyê di navbera du sengerên pêşmergeyên  Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) a ji Rojhilatê Kurdistanê, 2 pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Hewîce ya Kerkûkê şehîd bûn û 3 pêşmergeyên din ên wê partiyê jî birîndar bûn.

Berpirsê Pêwendiyên Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Xelîl Nadirî di dauxyaniyeke li gel Rûdawê de, ew zanyarî piştrast kir û ragihand: “Di navbera du çeperên pêşmergeyan de, yên di navbera gundên Xeraberût û Gobeybe de, çekdarên DAIŞê TNT danîbûn, ku îro yekşemî ew TNT bi çend pêşmergeyan ve teqiya.”

Xelîl Nadirî got: “Di encama teqîna TNTyê de, 2 pêşmergeyên me şehîd bûn û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”

Bi gotina Badirî, her yek ji “Sako Seqizî temen 19 sal û Hawkar Merîwanî 21 salî”, ev du pêşmerge bûn, ku di teqîna îro ya li çeperên hêzên pêşmerge de, şehîd bûn.

Gundê Xeraberût dikeve sînorê navçeya Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, ku niha di bin kontrola Hêza Pêşmerge de ye.

Herwiha gundê Gobeybe jî li sînorê Hewîceyê ye, lê belê hêj di bin destê çekdarên DAIŞê de ye.

Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ye, ku di sala 1991an de bi serokatiya Seîd Yezdanpenah hatiye damezrandin û pêşmergeyên wê partiyê ji destpêka êrişên DAIŞê bo ser sînorê Başûrê Kurdistanê, tevî hêzên pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê, li dijî çekdarên DAIŞê şer dike û niha jî li beşek ji eniyên şer amade ye.

Kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Serokê Yekemîn Komara Kurdistanê li Mihabadê, Elî Qazî Mihemed niha serokatiya wê partiyê dike û Hisên Yezdanpenah jî cîgirê wî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin