“1984”a George Orwellî wê bibe rêzefilm

“1984”a George Orwellî wê bibe rêzefilm

.

A+A-

Rêzefilm wê ji ber şanoya bi heman navî hatiye lîstin, were girtin ku ew jî li gorî pirtûka George Orwellî hatibû amadekirin.

Ji bo pirtûka “1984”ê ya George Orwellî bikin rêzefilm, ekîba produksiyonê dest bi amadekariyan kiriye.

Li gorî nûçeya ku li ser Filmloverssê hatiye weşandin Wiip, şîrketa produksiyonê wê rêzefilmî bikişîne ku di heman demê de produksiyona rêzefilmê “Dickinson” jî kiribû. Ev rêzefilm li ser Apple TV+yê hatibû weşandin. Ekîba produksiyonê wê rêzefilm ji ber şanoya bi heman navî ango “1984” were girtin ku Robert Icke û Duncan Macmillanî ew şano amade kiribûn. Komê şano li Mîrnişîna Yekgirtî li Nottingham Playhouse û West Endê û li Amerîkayê jî li Broadwayê lîstibûn û temaşevanan gelekî ecibandibûn.

Li gorî heman zanyariyan rêzefilm wê ji 5 beşan pêk were.

Pirtûka Orwellî di 1949an de weşiyabû û yek ji bibandortirîn romanên dîstopîk hatiye qebûlkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin