18 Partî û aliyên Tirkmen li herêma Kurdistan û Iraqê biryar dan dengên xwe bidin PDKê

18 Partî û aliyên Tirkmen li herêma Kurdistan û Iraqê biryar dan dengên xwe bidin PDKê

.

A+A-

18 Partî û aliyên Tirkmne bi daxuyaniyekî ragehand, Partî û aliyên Tirkmen li Herêma Kurdistanê û Iraqê biryar dane ku deng bidin namzedên PDKê.

Di beyanameyê de hatiye ragehandin, netewa tirkmen û nûner û partî û aliyên tirkmen wek pêkhateyekî resen li herêma Kurdistanê, di hemû qonaxên zehmet û giran ên li Kurdistanê xwedî rolekî giring û hevsengbûne bo parastina pêgeha xwe û berjewendiya giştî.

Herwaha diyar kirin ku di helbijartinên Iraqê de peyvendiyekî rasterast bi pêgeha herêma Kurdistanê li Iraqê heye, ji ber wê bi dîtina hest bi wê berpirsyartiya ku li stûyê wan partiyan ve, ji ber ku partî û aliyên tirkmen ti namzedekî wan tine ji bo helbijartinên Iraqê, biryar hatiye dayîn ku deng bidin namzedên PDKê yên di bazineyên helbijartinê de.

Hat ragehandin ku ew dengdana ji bo PDKê, ‘’Dê ji bo xizmeta pêkvejiyana ku li herêma Kurdistanê heye û ji bo bihêz kirina wê hevpeymaniya dîrokî ya di navbera aliyên tirkmen û PDKê de ye.’’

Navê Partî û aliyên siyasî yên Tirkmen ku deng didin PDKê waha ye:

1 – Partiya Pêşketina Tirkmen

2 – Partiya Çaksaziya Tirkmen

3 – Partiya Gel a Tirkmen

4 – Komeleya Lîberal a Tirkmen

5 – Partiya Demokrat a Tirkmen

6 – Tevgera Bêalî ya Tirkmen

7 – Ocaxa Tirkmenî

8 – Tevgera Demokrat a Tirkmenî

9 – Partiya Rizgariya Netewî ya Tirkmenî

10 – Komeleya Rewşenbîrî ya Tirkmen

11 – Partiya Yekitiya Tirkmenî

12 – Partiya Ji dayîkbûna Tirkmenî

13 – Fraksiyona Tirkmenan a encûmena parêzgehê

14 – Rêxistina Tolhildan a karûbarê Tirkmenî

15 – Yekitiya wêje û nivîskarên Tirkmenî

16 – Yekitiya Ciwan û Xwandekarên Tirkmenî

17 – Nûnerên Tirkmen li encûmena Ciwanên Kurdistanê

18 – Mala Tirkmen (Turkmen Evi)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin